AMED – Malbata Toprak, cenazeyê kurê xwe Ramazan Toprakê di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Qetînê yê navçeya Karazê defin kir.
Hezên Parastina Gel (HPG) di 6'ê Kanûna 2019'an de eşkere kiribû ku endamê wan Ramazan Toprak (Adil Nûda) jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku malbat pê hesiya kurê wan jiyana xwe ji dest daye ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin serî li Fermandariya Cendermeyan a Amedê dabûn û ji bo testa DNA'yê xwîn dabûn. Nêzî mehek şûnde encama DNA’yê diyar bû. Fermandariya Cendermeyan a Amedê jî duh gazî malbatê kir ku biçe cenazeyê xwe wergirin. Li ser vê malbat jî duh serê sibê saet di 11.00’an de çû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê da ku cenaze bigirin. Lê şûna ku rayedar nîvro cenazeyî bidin malbatê saet di 22.30’ê şêvê de radestî malbatê kirin. Rayedarên ku 11 saetan cenaze rawestandin û teslîmî malbatê kirin, bi şertê ku bi tenê defin bikin cenaze dan malbatê. Malbatê piştî ku cenazeyê kurê xwe wergirtin, ketin rê. Cenaze nîvê şevê gihîşt gund.
Malbatê di bin dorpêça esker û maşîneyên zirxî de saet di 00.30’an de cenaze defin kir. Dema ku malbatê cenaze defin kir, eskeran gef li malbatê xwarin û gotin ‘Qetîn ji me tê pirsîn.’ Bi ser malbatê de qîr kirin. Li aliyê din dema ku endam û rêveberên MEBYA-DER’ê jî xwestin beşdarî merasîmê bibin eskeran destûr neda.
Her wiha polîsan ji meleyê ku nimêja cenaze kir jî gotin, “Çima tu li ser cenazeyê terorîstan nimêjî dikî”.
Wê malbat şîna xwe sibê li Mala Şînê ya Gund deyne.
Di 30'ê Cotmeha 2019'an de eskeran li herêma Goma Salih a Gundê Sîsê yê Licê operasyon dabû destpê kirin. Di operasyonê de şer derketi bû û di şer de Ramazan Toprak (Adil Nûda) jiyana xwe ji dest dabû.