STENBOL – Di danişîna ewil a Midurê Karê Nivîsan a Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin re di nûçeyan de bi angaşta “propaganda rêxistinê kiriye” ceza hat xwestin.
Ji ber nûçeyên di rojnameya Yenî Yaşamê de hatin weşandin bi angaşta “Propaganda rêxistinê kiriye” doz li Midurê Karê Nivîsan ê rojnameya Osman Akin hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Akin li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan Stenbolê hat dîtin. Osman Akin û parêzerê xwe beşdarî danişînê bûn. Akin di danişînê de parastina xwe bi nivîskî kir.
Akin di parastina xwe de da zanîn di nûçeyan de tiştên hatine nivîsandin ne wî gotiye û nivîsandiye, kesên têkildarî mijarê axivîne û daxuyanî dane amaje bi wan mijarain kirine. Akin xwest ku ji doza lê hatiye vekirin were beratkirin.
Dozger biryara xwe eşkere kir û angaşt kir ku bi boneya “Propaganda rêxistinê kiriye” Akin were cezakirin.
Pişt re heyeta dadgehê biryara da û ji bo Akin û parêzerê wî li dijî mutalaya derbarê esasê de parastinê amade bikin danişînê taloqî 24’ê Çile kir.