AMED - Piştî ajansa me têkildarî talankirin, wêrankirin û xerakirina Sûrê nûçe çêkir, çend roj şûnde Walîtiya Amedê daxuyanî da. Walî û Qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu, diyar kir ku yên Sûr xera kirine hatine binçavkirin.
Walîtiya Amedê ku di heman demê de Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye Hasan Basrî Guzeloglu, piştî ajansa me têkildarî talankirina Birc û Sûrên Amedê nûçe çêkir, çend roj şûnde daxuyanî da. Walî û Qeyûm Guzeloglu, li ser hesabê twîtterê diyar kir ku yên Sûr a di lîsteya mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO de cih girtiye talan kirine hatine binçavkirin.
Nehat zanîn ku çend kes hatine binçavkirin û aqûbeta wan çiye.