* Cîgirê Serokê Partiya Şoreşgerên Yekbûyî (Birleşik Devrimci) Murat Pircan Yaratan, anî ziman ku diyarkirina heqê herî kêm, peymana tomarî ya hikûmet û civakê ye. Hevserokê Malên Gel (Halkevlerî) Nurî Gunay jî anî ziman ku heqê herî kêm li gorî zemmê bê nûjenkirin.
* Wezîrê AKP'ê yê berê Ertugrul Gunay, bal kişand ser perçebûna nava AKP'ê û avakirina partiyên nû û wiha got: "Divê aqil û zimanê siyaseta li Tirkiyeyê bê guhertin. Tayînkirina qeyûman jî polîtîkaya têkbirinê ye.
* Nivîskar Mevlut Aykoç ku di nava Tora Ziman û Çandan de cih digire, têkildarî rewşa Kurdî diyar kir ku pêwiste xwendin û nivîsnadina Kurdî bêtir belav bibe û pêş bikeve û wiha got: "Divê hemû ziman serbest bibin. Divê ji bo hemû zimanan serbestî bê nasîn."
* Li Heskîfê parçeyê dawî yê Mizgefta El Rizk a dîrokî dê li cihê nû yê arkeopark bê bicihkirin. (08.00-12.00)
* Li Parlamentoyê, dê nîqaşên li ser mûçeya Wezareta Daristan û Cotkariyê û Wezareta Werzîş û Ciwanan bên kirin. (11.00)
* Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê, dê bi munasebeta Hefteya Mafê Mirovan li Postexaneya Taksîmê ji girtiyan re kartan rê bike û panelê li dar bixe. (12.00)
* Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHD) ya Îzmirê, dê têkildarî tacîz û tecawizê li pêş Edliyeya Îzmirê kom bibin. (12.30)
* Înîsiyatifa Maf dê bi mijara "Zarok mafdar e" bi sernavê "Panela Roja Mafên Mirovan" li Navenda Giştî ya Înîsiyatifa Maf panelê li dar bixe. (18.00)