ANTALYA - Li Alanyayê, di saetên serê sibehê de 29 kes bi serdegirtinên malan de hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê ve hatibû destpêkirin de bi ser 41 malan de hat girtin. Polisan, di serdegirtinan de 29 kesan binçav kir. Hat ragihandin ku her bîst neh kes jî bi angaşta "endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê" hatine binçavkirin û polisan ew birine Miduriyeta Polisan a Alanyayê.