ENQERE – Danişîna doza komkujiya GAR'ê ya 10'ê Cotmehê berdewam dike. Parêzerê bersûc Erman Ekîcî yê DAIŞ'î Prz. Heyyam Fidan, parastin kir û ji Bagdadî re got "Xalife". Fidan, wiha got: "Ger ku Tirkiye neketiya El Babê dê bombe neteqîyana.
3'yemîn danişîna doza 16 bersûcên fîrar ên ji komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an tên darizandin, li 4’emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê hat dîtin. Bersûc Erman Ekicî di bin parastina polisan de anîn salona dadgehê. Xizmên kuştiyan jî bertek nîşan dan û gotin 'Netirsin em tiştekî nakin' û bersîv dan.
JI PARÊZERÊ BERSÛC PARASTINA BALKÊŞ
Parêzerê bersûcê DAİŞ'î Prz. Heyyam Fidan, parastina bersûc kir û wiha got: “Em dibîn ku di hiqûqê de şaşiyek heye. Di dosya berê de weki endamtiya rêxistinê hatiye dîtin. Lê piştre wekî sûcê li dijî mirovahiyê doz vebûye. Wê demê dozger gotiye HDP û PKK yek e. Hemû kesên li qadê bê îman in. Li ser parastina parêzer ji salonê dengê “Çi eleqeya HDP’ê pê heye, bê şeref. Mijar ne HDP ye. Were ser DAIŞ'ê." bilind bû. Parêzer Fidan, xwest salon bê valakirin. Heyeta dadgehê jî xwest li hemberî hev diyalogê pêş nexin. Parêzerê bersûc Fidan, piştre bal kişand ser bûyerên Kobanê ku 53 kesan jiyana xwe ji dest da û got: "Wê demê ez li Amedê bûm. Divê ew bûyer li dijî mirovahiyê sûc bên dîtin. Wê demê Navenda HDP'ê li ser Twitterê bang kir. Divê Serokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş bê darizandin" û Demirtaş û HDP kir hedefa xwe.
'TIRKIYE NEKETA BABÊ DÊ BOMBE NE TEQIYANA
Fidan, parastin berdewam kir û got: “Bi qerakirina pergala Destûra Bingehîn tê tawanbarkirin. Ji xerakirina pergala Destûra Bingehîn nehatiye darizandin. Ji aliyê hiqûqî ve wîcdanan birîn dike. Divê ev bê nirxandin. Tu armanca DAIŞ'ê ya Destûra Bingehîn xera bike tune ye. Tu pirsgirêka DAIŞ'ê bi Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê re tune ye. Çi dema Tirkiye ket El Babê, wê demê Xelîfeyê DAIŞ'ê Ebubekir Bagdadî daxuyanî da. Got Tirkiye ketiye qada me ya cîhadê. Ji ber Tirkiye ket El Bab’ê DAIŞ'ê bombe li Tirkiyeyê teqandin. Ger ku Tirkiye neketibûya El Bab’ê dê bombe li Tirkiyeyê neteqandibûna."
Parêzerê bersûc herî dawî xwest muwekilê wî bê beraetkirin.
Muştekî Omer Tekin, jî got "Dema teqîn pêk hat ez li wir bûm. Dema ez derbasî hemberê bûm ji ber teqînê ez firiyam hewa. Ez bi gilî me. Ez dixwazim tev li dozê bibim. Mexdûr Fevzi Kinevis, jî anî ziman ku piştî bûyerê wî çavê xwe li zanîngeha Gazî vekir û wiha got: "Ji ber vê êrîşa ku xwest min bikuje ez heta mirinê dozdar im."
Danişîn didome.