NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara TIME ya Emerîkayê ku ji sala 1927'an ve ji bo "Kesê Salê" ya her sal hildibijêre Kurdên Rojava weke namzet nîşan da. Di rûpela dengdanê ya di sîteya îternetê ya kovarê de, ji bo kurdan got "Piştî ku DAIŞ têk birin, hatin tecrîtkirin".
Kovara TIME ya Emerîkayê ji sala 1927'an ve di dawiya her salê de ji bo "Kesê Salê" namzetan diyar dike. Kovar li ser sîteya înternetê ji bo lîsteya pêşkeş dike dengan kom dike. Di lîsteya îsal a kovarê de Kurdîn Rojava jî weke namzeta hatin nîşandan. Kovarê ji bo Kurdên Sûriyeyê got "Piştî DAIŞ têk birin, hatin tecrîdkirin".
Di lîsteya namzetan de, Serokkomar Tayyîp Erdogan, Seroka Almanyayê Angela Merkel , Serokê Yenî Zelanda Jacînda Ardern, Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn, Serokê DYA'yê Donald Trûpm, Serokê Rejîma Îranê Ayetûllah Alî Hamaney, Greta Thûrmberg a serkêşiya çalakiyên guhertina avhewa kir, çalakgerên li Hong Kong'ê, navên dîziyên Game Of Thrones û fenomenan cih girtin. Kovara TIME, ji bo destnîşankirina kesayetên salê, lîsteke ji 100 pêk tê her sal belav dike û bi dengan kesayetên baş û xerab ên salê diyar dike. Dûre jî, li gorî van kesayetan rûpelên yekemîn ên taybet ji van kesan amede dike.