Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ji xeynî yekîtiyê pêdiviya Kurdan ji tiştekî din tune

  • rojane
  • 09:01 18 Mijdar 2019
  • |
img

AMED - Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, diyar kir ku şert û mercê ku niha Kurd têde dijîn zaro li Kurdan û rêxistinên Kurdan dikin ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha got: "Ger ku Kurd yekitiya neteweyî ava nekin, dê sed salên din jî winda bikin. Ji xeynî Yekîtiya Neteweyî pêdiviyên Kurdan ji tiştekî din tune ye." Ozturk, serlêdanên Erdogan ên DYA û Rusya jî rexne kir û destnîşan kir ku çareserî li Îmraliyê ye. 

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Berdan Ozturk, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, êrîşên li ser gelê Kurd, plan û projeyên li ser Kurdan û tayînkirina qeyûman ên ser Şaredariyên HDP'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Ozturk, anî ziman ku Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşê kir û wiha got: "Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployek navneteweyî dest pê kir. Êrîşa 9'ê Cotmehê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman salvegerê de pêk hatiye. Ev ne tesadufî ye. Ev nîşan dide ku komplo hêj didome. Birêz Ocalan, herî dawî dîsa bi rêya parêzerên xwe peyama aştiyê şand. Diyar kir ku îktidara AKP-MHP'ê bi şer bersîvê dide peyama wî. Ji avakirina dewletê heta niha her dem îktîdaran dijminantiya Kurdan kiriye. Ji bo Kurd nebin xwedî statu çi ji destê wan hatiye kirine. Dagirkeriya Rojava bi vê yekê ve girêdayî ye û divê wisa bê dîtin." 
 
Ozturk, destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tu awayî gefan li Tirkiyeyê naxwe û wiha got: "Rêveberiya Rojava ji Tirkiye her dem xwest ku diyalogê pêş bixin. Lê îktîdarê her dem bi hinceta herêma ewle, qad kir herêma mirinê. Îtîfaqa AKP-MHP'ê aşkere dijminantiya Kurdan kir. Di qada siyasî de gotinek wê ya bê gotin tune ye. Îktîdara niha wekî ya berê li şûna çareseriyê serî li rêya tundî, zext, komkujî û girtinê daye. Tirkiye niha wekî maşikê xistine destê xwe. Niha Tirkiye axa Rojava dagir kiriye. Tirkiye dê winda bike. Dawiya dawî Tirkiye neçar e ji axa Sûriye derkeve. Bi van polîtîkayên îktîdarê gelê Tirkiye dê winda bike. Îktîdara AKP û MHP'ê dê winda bike. Tirkiye bi destê îktîdara AKP-MHP'ê dikeve nava çiravê. Divê hemû gelên Tirkiye li dijî van polîtîkayên îktîdarê dengê xwe bilind bikin." 
 
'ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE' 
 
Ozturk, anî ziman ku QSD'ê bi berxwedana xwe hevsengiya li Rojhilata Navîn guhert û wiha axivî. "QSD, nirxên mirovahiyê diparêze. Wekî Ruhê Kobanê li Serêkaniyê li ber xwe da. Vê berxwedanê Kurd li her dera cîhanê mafdar derxist. Ev di dîroka Kurdan de gavek yekem e. Berxwedana gelê Rojava, Kurd bi tevahiya cîhanê da nasîn û hezkirin. Bi van êrîşan îktîdara AKP-MHP'ê Tirkiye dicîhanê de bi tenê hişt. Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan dişibe 'goga pinponê' Geh li Rûsya ye, geh li DYA ye. Pêwist nake Erdogan ew qas dûr biçe. Grava Îmralî û Brêz Ocalan li vir e. Çareserî li Îmraliyêye. Birêz Ocalan ji salên 93'an heta niha dixwaze bi rêya diyalog û aştiyê pirsgirêkê çareser bike. Pirsgirêka Kurd êdî navneteweyî ye. Birêz Ocalan berê hişyar kiribû û diyar kiribû ku dema pirsgirêk bibe navdewletî aktor dê zêde bibin. Birêz Ocalan gotibû 'Em bi xwe çareseriya xwe ava bikin' Ger ku erka mutabakata Dolmabahçe pêk hatibûya Tirkiye dê li Rojhilata navîn pêşengî kiribûya. Lê hikûmetê çareserî red kir. Piştî wê çi bû? Tişta Ocalan got yek bi yek pêk hat. Hikûmetê hişyariyên Ocalan li ber çavan negirt. 
 
'KUŞTINA BAGDADÎ A LI SER SÎNOR TÊKILIYA BI TIRKIYE RE ÎSPAT KIR'
 
Ozturk, da zanîn ku di bi vê rêbazê ne pêkan e pirsgirêka Kurd bi vê îktîdarê re çareser bibe û wiha lê zêde kir: "Ger ku gelê Tirkiyeyê li dijî vê îktîdara faşîst li ber xwe bide dibe ku derbasî pêvajoya çareseriyê bibe. Ger ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin em ê nêzî çareseriyê bibin. Divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Divê ji bo em faşizmê têk bibin em rêyên demokratik pêş bixin. Kuştina Bagdadî ya li ser sînor nîşan da ku têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞ'ê bi hevre  heye. Bagdadî li ser sînorê Tirkiye hat kuştin e." 
 
'ŞERTÊ HEYÎ YEKÎTIYA NETEWEYA KURD LI ME FERZ DIKE'
 
Ozturk, bal kişand ser pêwistiya Yekîtiya Neteweya Kurd û wiha pêde çû:  "KCD di sala 2007'an de hat avakirin. Ji wê rojê heta niha xebatên yekîtiyê dimeşîne. Şertên niha Yekîtiya Neteweya Kurd li ser me ferz dike. Niha tu tişt ji yekîtiyê ferztir tune. Ger ku em niha nebin yek em ê sed salên din jî winda bikin. Li 4 parçeyan êdî Kurdan xwe bi rêxistin kiriye. Kurd ne yên 100 sal berê ne. Divê Kurd li hemberî êrîşê nirxên xwe bibin yek. Şertên heyî yekîtiyê li me ferz dikin. Niha li Rojava dagirkerî berdewam dike. Li Başûrê Kurdistanê dagirkerî didome. Tirkiye pişti ku Rojava bi temamî dagir bike dê dest bi dagirkirina Başûr bike. Li ku Kurd hebe êrîşî hebûna Kurdan dikin. Tişta ku niha li Rojava pêş dikeve Komkujî ye. Divê em li dijî komkujiyê bibin yek."
 
Ozturk, da zanîn ku yekîtiya Kurdan erka her Kurdî ya dîrokî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em mecbûr in daxwazên gelê xwe pêk bînin. Divê em li diji van êrîşan bibin yek û helwestek xurt nîşan bidin. Ger ku Kurd yekitiya neteweyî ava nekin, dê sed salên din jî winda bikin. Ji xeynî Yekîtiya Neteweyî pêdiviyên Kurdan ji tiştekî din tune ye." 
 
Ozturk, tayînkirina qeyûman jî şermezar kir û wiha got: "Tayinkirina qeyûman nenaskirina vîna Kurdan e. Dijminantiya Kurdan e. Dagirkeriya Başûr û Rojava çiye, li Bakur jî tayinkirina qeyûman heman tişt e. Di sala 1925'an de bi Fermana Îslahata  Şarkê çi armanc kirin di sala 2014'an de bi 'Plana têkçûnê' jî heman tişt armanc kirin. Dibe ku hûn avahiyên şaredariyê dagir bikin. Lê hûn nikarin vîna Kurdan bi dest bixin. Hûn nikarin ziman û çanda kurdan dîl bigirin. 
 
Ozturk, herî dawî bang li hemû hêzên muxalif ên Tirkiyeyê kir û xwest li dijî xezpkirina vîna gel, înkar û tunekirinê bibin yek û xwest bertek û sekna pêwist nîşan bidin. Ozturk, bibîr xist ku ji bo destkeftiyên nirxên Kurdan yekîtî û têkoşîna hevpar pêwist e. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç

Sernavên din

23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome