* Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, diyar kir ku şert û mercê ku niha Kurd têde dijîn zaro li Kurdan û rêxistinên Kurdan dikin ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha got: "Ger ku Kurd yekitiya neteweyî ava nekin, dê sed salên din jî winda bikin. Ji xeynî Yekîtiya Neteweyî pêdiviyên Kurdan ji tiştekî din tune ye." Ozturk, serlêdanên Erdogan ên DYA û Rusya jî rexne kir û destnîşan kir ku çareserî li Îmraliyê ye.
* Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana doza tazmînatê ya ku Îbrahîm Atabay ê di sala 2009'an de li Gundê Kêlê yê Ebexa Wanê ji aliyê tîmên taybet ve hat kuştin, red kir. Dadgehê îdîa kir ku rêyên hiqûqa navxweyî hêj neqediya ye.
* Ji destpêka cotmehê û heta niha li hin welatên rojhilatanavîn yên sereke çalakiyên gel ên dest pê kirine her ku diçe li kolan û qadan belav dibin. Bi taybetî li Iraq û Îranê çalakî li gelek bajaran belav bûye û didome. Xuya ye ku li Lûbnan, Iraq herî dawî Îran bi raperînên destpêkirine re wê kolan bêhtir germ bibin.
* Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Jin Newsê Safiye Alagaş ku hêjayî xelata rojnameger Maria Grazia Cutuli ya rastî êrîşa El Qaîde hat û hat kuştin, hat dîtin, diyar kir ku ev serkeftin encama serkeftina rojnamegerên jin ên Kurd a navneteweyî ye.
* Hevalê Şîrîn Tosûn ê 19 salî ku li Sakaryayê rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da, Mahsun Zeren, serpêhatiyên xwe vegot û diyar kir ku ji ber wan maşîna plaqeya wê 21 silav kirin, rastî êrîşa komekê hatin û wiha got: "Kurdên li Sakaryayê kar dikin wekî çîna duyemîn tên dîtin. "
* Ji Zaningeha Witwatersrand a Afrîqaya Başûr Patrick Bon, bal kişand ser krîza avhewayê û xwest ji bo parastina avhewayê û bi dawîkirina qeyrana avhewayê pêwistî bi çalakiyên radîkal heye.
* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, li dijî şert û mercên xerab û binpêkirina mafan ji 12'ê mijdarê de di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan diyar kirin ku heta binpêkirina mafan bi dawî bibe dê çalakiyên xwe berdewam bikin.
* Berîtan Ersoy a li Zanîngeha Mersinê dixwend, bi hinceta Serdozgeriya Komarê ya Derikê der barê wê de lêpirsîn vekiriye, bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" ji Leyliya Xwendekarên Jin a KYK'ê ya Mêrsînê dûr xistin.
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, dê li dijî tayînkirina qeyûman û întîharên dawî yên zêde bûne, li Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Parêzer û malbata Esîn Kavuk ê bi zorê mînaka DNA'yê jê girtin, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bide û daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan li Mclisê têkildarî mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)