AMED – Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî, tevî 7-8 nexweşiyên giran 23 sal in girtî ye û nayê berdan. Keça Mehmet Emîn Ozkan Selma Ozkan, diyar kir ku ji ber nexweşiyên zêde û giran her tişt ji bîra bavê wê diçe û got, dadgeh li benda mirina bavê wê ne.
Girtiyê nexweş ê 80 salî Mehmet Emîn Ozkan, têkildarî kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin ê li navçeya Licê ya Amedê di 22’yê Cotmeha 1993’an de hat kuştin hat girtin û 23 salin girtî ye. Ozkan, heta niha li 7 girtîgehan ma û li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên giran jî, nayê berdan. Niha Ozkan û 2 kurên xwe girtî ne. Keça Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku di 13’ê Cotmehê çûne hevdîtinê û wiha got: “Dema min ew dît ez matmayî mam. Ser û çavên wî werimî bûn. Min bang wî kir, bersîv neda. Birayên min li cem bûn. Min min got rewşa wî çima wiha ye. Gotin nikare bi şev razê dermanên xewê danê.”
‘7-8 NEXWEŞIYÊN WÎ HENE’
Ozkan, da zanîn ku bavê wê hişê xwe winda kiriye û 7-8 nexweşiyên wî hene û got: “82 salî ye. Birine nexweşxaneyê û anîne dermanê xewê danê. Her tim birê min li cem in. Yek radikeve yek lê dinêre. Ji ber nexweşiyê bi hebê xewê radizê. Gurçikên wî zuha bûne. tansiyona bilind dibin. 4 caran qeyrana dil derbas kiriye û anjiyo bûye. Ji roviyan emeliyat bûye. Hişê wî diçe û tê. Carna nas nake. Çawa dibe ku mirovekî 80 salî girtî be? Nêzî 24 salin girtî ye. Dema girtin pir îşkence lê kirin. Dema bavê min girtin tu nexweşiyên wî tune bûn. Niha her nexweşî lê çêbû ye.”
‘2-3 ROJAN CAREKÊ LI NEXWEŞXANEYÊ YE’
Ozkan, diyar kir ku dema bavê wê anjiyo kirî çar heb stend pêvekirine û wiha got: “Ji ber emeliyatê xwestin li şûna rîngê bi ambulansê bibin nexweşxaneyê. Lê gelek caran bi rîngê dibin nexweşxaneyê. 15 roj berê çûm nexweşxaneyê rastî bavê xwe hatim. Di nava deh eskeran de bû. Destê wî kelepçekirî kaş dikirin dibirin jor. Divê wî bi ambulansê bibin û bînin. Lê tevî kelepçeyan dibin muayeneyê. Birê min ew hişyar kirine jî lê bi dolmîşa girtîgehê birine. Hundirê wê weke qefesê ye. Bavê min got dema min diavêjin wê erebeyê û derî digirin behna min diçike. Her hefte di rêya nexweşxaneyê de ye. Carna du-sê rojan carekê li nexweşxaneyê ye.”
‘JI BO KU DÎ RAPOR DERXÎNIN LI NEXWEŞXANEYÊ DIGERÎNIN’
Ozkan, da zanîn ku ji bo berdana bavê xwe 2-3 caran serî li dadgehê dane û wiha axivî: “Piştî çend girtiyên nexweş berdan, me jî serî li dadgehê da. Dadgehê bersiv şand got doza wî li Edenê berdewam dike heta ew bi dawî nebe nikarin berdin. Ji ber wê 4-5 caran birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ewil rapora ji sedî 87 nikare di zindanê de bimîne danê, lê pişt re saxlem derxistin. Niha dîsa ji bo raporê li nexweşxaneyan digerînin.”
'ME BI DEHAN CARAN SERÎ LI DADGEHÊ DA LÊ...'
Ozkan, helwesta dadgehê jî rexne kir û got: “Li benda mirina wî ne. Dibêjin ji xwe ev doz di stuyê wî de ye. Dema mir ê ew doz jî were girtin. Heke wisa nebûya dikarîbûn bêjin ‘ev mirov nexweş e em berdin bila berdayî bê darizandin' Çawa dibe kesê 82 salî girtî be? Me deh caran serî li Wezareta Dadê, li Serokomar, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî daye lê tu çare ne dîtin.”
‘BILA BAVÊ MIN ZÛ BERDIN’
Ozkan, xwest bavê wê zû berdin û bi dawî kir: “Mirin emre xwedê ye. Lê di wê derê de bimre em jî heta saxbin ji bîr nakin. Birayê min ên li cem wî jî ji bîr nakin. Em dixwazin zû berdin. Em dixwazin ku serbest li nexweşxaneyê razînin, ku em zanibin di bin kontrola doktoran de ye."
MA - Fahrettin Kiliç