NAVENDA NÛÇEYAN - Di xwepêşendanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin de, xwepêşanderan barîkat danîn û wesayîtên polîsan şewitandin.
Xwepêşandanên li dijî zema li ser benzînê rû dan, li tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin. Xwepêşanderên li hinek bajaran barîkat danîn, gelek rê girtine û çend wesayîtên polîsan jî şewitandin. Li paytext Tehranê xwepêşanderan li dijî êrîşên hêzên emniyetê barîkat danîn û xwe diparêzin. Li bajarê Şiraz ê yek ji parêzgehên li nîvê Îranê ye jjî xwepêşenderan du wesayîtên polîsan şewitandin. Xwepêşendanên li hemberî zêdebûna bihayê benzînê şevê din pêş ketin îro li tevahiya Îranê Rojhilatê Kurdistanê belav bûn.
LI GELEK BAJARAN GEL DAKET KOLANAN
Li bajarên Kirmanşah, Îsfahan, Tebriz, Şiraz, Kerec, Yezd, Buşehr û Sarî bi hezaran welatî daketin qadan û çalakî li dar xistin. Welatiyên daketin qadan rê li trafîkê girtin û maşîne şewitandin. Li gelek cihan di navbera polîs û welatiyan de pevçûn derket. Hat îdiakirin ku li hin cihan ji helîkopteran li ser gel gule reşandine û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.