Koçyîgît: AKP penaberan wek keysê bikar tîne

  • rojane
  • 15:59 16 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL – Sempozyûma “Koçberî, penaberîtî û cudakariyê” ya HDK li dar dixe dest pê kir. Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di sempozyûmê de axivî û got AKP penaberan li hember Ewropayê wek keysê bikar tîne. 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) sempozyûma “Koçberî penaberî û cudakariyê” ya du rojan li dar dixe. Roja ewil a sempozyûma li Salona Şanoya Kenter a Şîşliyê tê lidarxistin dest pê kir. Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî sempozyûmê bûn. Li salonê pankartên bi zimanê kurdî, tirkî û erebî ya bi nivîsa “Dinya mala me hemûyan e, penaberî ne terhcîhek e” daliqandin. 
 
ŞENOGLU: TIRKIYE JI BO KOÇBERIYÊ BÛYE DOJEH 
 
Axaftina vekirinê ya sempozyûmê hevberdevkên HDK’ê kirin. 
 
Hevberdevk Sedat Şenoglu da zanîn ku ji bo polîtîkayên koçberiyê Tirkiye tam dojehek e û ji bo vê yekê jî koçberiya ermenan mînak nîşan da û wiha got: “Bi tehcîra ermenan bi milyonan însanan ji ser axa xwe koç kir. Di serdema pevguherînê (mübadele) de jî bi deh hezaran rûm koçberî Yewnanîstanê kirin. Bi deh hezaran tirkên li Yewnanîstanê jî koçî Tirkiyê kirin. Di salên 1990an de kurd ji welatê xwe û warên xwe bûn û bi deh hezaran kurd koçberî rojavayê Tirkiyê û derveyî welat hatin kirin. Van koçberkirina li Tirkiyê encamek giran li pey xwe hişt. Li dinyayê û Tirkiyê koçberî, penaberî û dijminahiya biyanan çavkaniya sereke ya faşîzmê ye. Ji bo koçberî ji holê rabe pêwîste dawî li şer û kedxwariyê were anîn.” 
 
KOÇYÎGÎT: AKP PENABERAN BIKAR TÎNE 
 
Hevberdevk Gulistan Kiliç Koçyîgît jî destnîşan kir ku erdnîgariya Rojhilata Navîn sed sal berê bi rastkêşê hatiye xêzkirin û parçekirin û got: “Ev parçekirin hêj dewam dike. Serhildanên di 2011’an de li Rojhilata Navîn dest pê kirin, da nîşandan ku sînorên sed sal berê bêwate bûne. Van serhildanan şoreşan bi xwe re anî. Lê dewletên emperyalîst xwestin van şoreşan bifetisînin. Piştî serhildanan û şer bi milyonan însan ji warên xwe koç kirin. Şerê herî dirêj li Sûriyê pêk hat. Li Sûriyê ji milyonek zêdetir însan di şer de jiyana xwe ji dest da. 6 milyon însan neçar ma koç bike. Beşek mezin a vê koçberiyê neçar man hatin Tirkiyê. Lê desthilatdariya AKP’ê jî vê rewşê ango rewşa penaberan li dijî Ewropayê wek keysê bikar tîne û hem jî meseleya penaberan wek amûrek mudaxeleya li dijî Sûriyê bikar tîne.” 
 
‘PERGAL LI SER BÊ MILKKIRINÊ AVA BÛYE’ 
 
Piştî axaftinên vekirinê, di rûniştina ewil a sempozyûmê de mijara “Kapîtalîzm, netew-dewlet û koçberî” hat nîqaşkirin. 
 
Di vê rûniştinê de nivîskar Kemal Kalyon axivî û da zanîn ku div ê serdemê de gelek cûreyên koçberiyê hene û wiha got: “Pergal li ser bêmilk hiştinê ava bûye. Bê xwestin jî neyê xwestin jî beşek mezin a girîng nifûsê ji ser vê axê û welatê wan dike û viya ji xwe re wek pêwîstî dibîne. Îngîlistan mînaka vê ya herî girîng e. Gundiyan ji axa wan û jiyana wan komunal kir û berê wan da bajaran. Însanan ji axa xwe tên veqetandin bi hêsanî bajaran qebûl nakin. Di vê qonaxa girîng em têde derbas dibin koçberkirin ji nûve hatiye şidetkirin û em bi koçberiyên nû rû hevrû ne.” 
 
‘ERMEN DIXWAZIN LI SER AXA XWE BÊN VEŞARTIN’ 
 
Nivîskarê Rojnameya Agosê  Patrak Estukyan jî ku wek axaftina beşdar bû li ser mijara “Di Osmaniyan û Tirkiyê de dîroka koçberiyê” axivî û li ser şibandina dewleta Osmanî û Tirkiyê sekinî. 
 
Estukyan da zanîn ku ermeniyan her tim ji ber dagirkirin û şeran neçar mane welatên xwe biterikînin û li ku dera cîhanê dibe bila bibe daxwaza ermenan hemû ew e ku li ser axa xwe werin veşartin. 
 
'POLÎTÎKAYA ÎSKANÊ PÊK TÎNIN’ 
 
Nivîskar Namik Kemal Dînç jî gotûbêja “Di Osmanî û Tirkiyê de nifûsa dewletê û polîtîkayên îskanê” pêşkêş kir. Dînç bal kişand ser serdema împaratoriyê û wiha got: “Împaratî rêxistinek pirnetew e. Gelek netew û baweriyên wê hene. Netew-dewletan li ser xelkê polîtîkayên îskanê pêk anîn.” 
 
Sempozyûmê bi rûniştinên din dewam kir.

Sernavên din

26/03/2024
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket
10:49 DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere
09:06 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 152 roj in agahî jê nayên girtin
09:05 Greva birçîbînê di roja 119’an de didome
09:04 Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Hezoyê bi projeyên mezin tên
09:01 Mehmet Ocalan: Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN
23/03/2024
22:33 ÎHD û Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:15 DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin
18:43 Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin
18:18 Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê