Ciwanên HDP'î: Gef li me xwarin û em îşkence kirin

  • rojane
  • 13:21 16 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê yên ku di çarçoveya lêpirsînekê de hatibûn binçavkirin û duh hatibûn berdan, serboriyên xwe yên di bin çavan de vegotin. Ciwanan got ku gef li wan hatine xwarin û hatine derpkirin û îşkencekirin. 

Ji 36 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku di 8'ê Mijdarê de di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Stenbol de hatibûn binçavkirin, 10 jê duh piştî ku derketibûn dadgehê hatibûn girtin. Ciwanên ku piştî binçavkirina 8 rojan duh hatin berdan serboriyên xwe yên di bin çavan de vegotin. 
 
'LI NEXWEŞXANEYÊ DESTÊ ME BI PAŞ VE KELEMÇEKIRIN'
 
Merve Oztep diyar kir ku bêyî ku binasiyekî ji wan re nîşandan hatine binçavkirin û wiha got: "Ji ber ku me li emniyetê lêgerîna tazî qebûl nekir, gef li me xwarin û me derb kirin. Ev yek heta demekê domiya. Di roja duyemîn de dema ku me birin nexweşxaneyê xwestin ku destê me bi paş ve kelemçe bikin. Me vê yekê qebûl nekir. Ji bo vê yekê jî me derb kirin û me li erdê dirêj kirin û destê me bi paş ve kelemçe kirin. Ev pêkanîn heta 8 rojan domiyan." 
 
Oztep destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe li dijî tundiyan bidomînin û ev tişt anî ziman: "Bêyî ku hinceteke şênber bê nîşandan hevalên me girtin. Em dizanên ku hevalên me dê heta çend mehan bên berdan. Berê jî bi heman rengî 8 hevalên me hatibûn girtin. Piştî hefteyekê hatibûn berdan. Em bawer dikin ku dê van hevalên me jî bên berdan."
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Ji ciwanan Ercan Ozdaş diyar kir ku di bin çavan de hatine îşkencekirin û wiha got: "Ji bo berdewamkirina îşkenceyê, dema binçavckirina me 4 rojan dirêj kirin. Gelek îşkence li me kirin. Dema me birin nexweşxaneyê timik me derb kirin. Lêgerînên li dijî mirovahiyê li me ferz kirin. Me jî bertek nîşanî vê yekê da. Bi lêdaneke zêde bersiv dan me. Destûr nedidan ku em bi hevalên xwe re jî biaxivin. Dema îşkencekirinê kesekî 70-80 kîla xwe davête ser hevalê me yê Metîn. Bi awayekî dilsotîner ew derb dikirin. Ji ber ku hevalê Metîn di bin wî polisî de dima hin caran nikaribû bêhn bigire."
 
'TIŞTEKÎ WÎ TUNEYE BIBIN!'
 
Di berdewamê de Ozdeş da zanîn ku li gel derbkirina wan jî bijîjkan rapora derbkirinê nedane wan û ev tişt got: "Bijîjk destûr nedida ku em biaxivin û derdê xwe bivêjin. Digot, 'tiştekî wî tuneye bibin'. Ji ber ku me nexwest me bi kelemçeyê bibin nexweşxaneyê îşkence bi me kirin. Gefa ku em careke din neçin HDP'ê li me xwarin û gotin ku heke me careke din biçin HDP'ê dê me bigirin."
 
'JI BER ÎŞKENCEYÊ LAŞÊ MIN MOR BÛYE'
 
Ciwan Îkram Dogan jî destnîşan kir ku bi binçavkirinê re polisan wî derb kiriye û ev tişt anî ziman: "Timik îşkence li me kirin. Ji ber îşkenceyê morbûn di laşê min de peyda bû û li tevahiya laşê min belav bû. Min vê yekê ji bijîjk re vegot lê bijîjk got ku ew li vê rewşê nanêrin û tenê raporên derbkirinê dinêrin. Min aresteyî tu derî nekirin û careke din birin. Xebatên me terorîze dikin. Hincetên pêşkêş dikirin pêkenok bûn. Xwestin me biqutifînin. Lê me bêzar nebin û nequtifin. Girtin û îşkence nikarin me bêzar bikin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/04/2024
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da