NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteya Zimanê Kurdî Zahra Mohammadî ji ber ku bi zimanê kurdî ders da zarokan wê bê darvekirin. Komara Îslamî ya Îranê di 15'ê Mijdarê de jina kurd Serare Elugasi jî darve kiribûç.
Li gorî nûçeya ajansa Jinnewsê, Komara Îslamî ya Îranê mamosteya zimanê kurdî Zahra Mohammadi li Bajarê Sanandajê yê Rojhilatê Kurdistanê ji 23'yê Gulana 2019'an ve bi hinceta "Propagandaya li dijî dewletê" û "Tevgera li dijî ewlehiya neteweyî" dibin çavan de digire. Di heman demê de Ribvar Manbari û Edris Manbari jî bi Zahra Mohammadi re hatibû binçavkirin lê ji ber ku wan kefalet dan hatin berdan. Zahra Mohammadî tevî ku kefalet da jî lê nehat berdan. Hat diyar kirin ku rejîma Îranê dixwaze Zehra Mahammadî bi darve bike.
Di heman demê de, Komara Îslamî ya Îranê jina kurd û aktivîst Serare Elugasi jî, di 15'ê Mijdarê de darve kiribû.
Xwişka Zahra Mohammadî Kanî Mohammadî, derbarê rewşa xwişka xwe de axivî û diyar kir ku xwişka wê Zahra nexweşiya wê ya rêvî hebûye lê ji ber ku hatiye girtin dermanên wê nayê dayin. Kanî Mohammadî anî ziman ku ji ber ku şerdên girtîgê pir zor in, xwarinên wê gelekî xirabin loma Zahra di heman demê de bi nexweşiya mide ketiye û mideya wê kul bûye.