MÊRDÎN – Hevşaredarê Dêrikê ya qeyûm danîn ser Mehmet Şerîf Kiran diyar kir ku îradeya gel hatiye desteserkirin û got: “Ne em ne jî gelê me vê biryara tayînkirina qeyûm nas nakin.”
Piştî duh Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin hatin binçavkirin vê sibehê li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî her sê şaredariyan kirin. Hevşaredarên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin.
‘NE EM NE JÎ GELÊ ME QEYÛMAN NAS NAKE’
Hevşaredarê Dêrikê Mehmet Şerîf Kiran ê ku qeyûm tayînî şaredariya wan hat kirin vê tayînkirina qeyûm wek “Îradeya 65 hezar Dêrikiyan desteser kirin” nirxand û got: “Me bi rêjeya ji sedî 69.34'an a dengan şaredariyê qezenc kir. Li cihê ku demokrasî tuen be dê qeyûm hebin. Vê zîhniyeta danîna qeyûm nayê qebûlkirin. Ne em ne jî gelê me vê biryara tayînkirina qeyûm nas nakin.”
Kiran anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin HDP’ê bêbandor bikin û got: “Îradeya gel nas nakin. Wê gelê me van qeyûman nas neke û li dijî wan bisekine.”
'OHAL DEWAM DIKE’
Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Murat Aslan jî tayînkirina qeyûman ên sala 2016’an bi bîr xist û wiha got: “Mafê mirovan hat binpêkirin. Siyaseta demokratîk ji holê hatiye rakirin. Sepanên Rewşa Awarte (OHAL) didomin. Pêvajoya niha em têde ji pêvajoya darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê girantir e. Em bi rêjeyek mezin a dengan hatin bijartin. Em bi biryara însanekî ji wezîfeyê tên girtin. Ya girîng parastina îradeya gel e. Em li şaredariyê bin û ne li şaredariyê bin jî em ê mafên gelê xwe biparêzin. Em ê mafên demokratîk, mirovî û siyasî yên gelê xwe biparêzin.”
‘EM Ê XWEDÎ LI VÎNA GELÊ XWE DERKEVIN’
Ji endamên Meclîsê Cengîz Temellî jî da zanîn ku hevşaredara wan bêsûc hatiye binçavkirin û tayînkirina qeyûm jî wek “desteserkirina vîna gel” nirxand.
Endamê Meclîsê Îsmaîl Başakçi jî diyar kir ku ew ê li dijî tayînkirina qeyûman îradeya gel biparêz in û got: “Ev qeyûm sepanek zordestî ye. Gelê me qeyûm nebijartiye, îradeya xwe bijartiye.”