MÊRDÎN – Qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Stewr, Dêrik, Pirsûs û Şemrexê kirin.
Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Stewr, Dêrik Pirsûs û Şemrexê hatin kirin. Qeymeqamên navçeyan wek qeyûm hatin wezîfedarkirin.
Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk û Hevşaredar Dêrikê Mulkiye Esmez duh hatibûn binçavkirin û îro bi tayînkirina qeyûm re ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Hejmara şaredariyên HDP’ê yên qeyûm hatine tayînkirin derket 24’an.
Hevşaredar li Miduriyeta Polîsan ên Mêrdîn û Rihayê hêj di binçavan de tên ragirtin.