STENBOL - Ciwanên HDP’î yên dibin çavan de rastî îşkenceyê hatin, li edliyê bi kincên çirandî û destên girêdayî didin rawestandin.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, polîsan di 8'ê mijdarê de li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi operasyonê kir. Li gelek bajarên cuda 36 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê. Ciwanên HDP'ê yên 8 rojin di bin çavan de ne îro sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Ji 36 ciwanan 21 jê bi daxwaza girtinê û 14 jê bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan sewqî dadgehê hatin kirin. Ji bo ku ciwan derkevin 1’emîn û 2’yemîn Dadgehên Cezayê Sûlhê yên Stenbolê di korîdorên edliyê de bi kelepçeyên plastîk tên rawestandin.