ÎZMÎR - Nûçegihana me Rûken Demîr û nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Rûken Demîr û nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin di çarçoveya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi rêve bir de, di 12’ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin. Piştî ku li Miduriyeta Polîsan lêpirsîna Demîr û Aydin bi dawî bûn sewqî Edliya Îzmîrê hatin kirin.
Dozgerê ku îfadeya Demîr û Aydin girt, bi daxwaza girtinê sewqî 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Îzmîrê kirin.