Şahoz Hesen: Erdogan armanc dike DAIŞ’a fermî ava bike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê PYD’ê Şahoz Hesen, têkildarî helwesta Serokê AKP'ê û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku Erdogan dixwaze bi hişmendiya Ixwan Mislimîn careke din Osmaniyan ji nûve bi rih bike û got: "Erdogan DAIŞ’ê ji bo vê armanca xwe bikar tîne. Dixwaze bi navên nû DAIŞ’ek fermî ava bike."

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, êrîşên Tirkiyeyê ku bi hevkariya komên çekdar ên DAIŞ/El- Nûsra yên cîhadîst re li ser herêma Rojava didomîne, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên dagirkeriyê re planên piralî xistine dewrê û wiha got: “Dewleta Tirk di dîrokê de hertim bi tinekirina Kurdan ve mijûl e. Dagirkirina xaka Sûriyê jî parçeyek ji vê ye.”
 
Hesen li bîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ bi bin xist û wiha pê de çû: “Li Sûriyê DAIŞ’a ku libinketî heye. Tirkiye armanc dike ku bi van êrîşan DAIŞ’ê ji nûve bi rih bike. Li Sûriyê projeyek xweseriya demokratîk tê jiyîn. Ev proje Tirkiyê ditirsîne. Mirov dikare sedemên dagirkeriya Tirkiyê lê zêde bike. Çeteyên ku berê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin, niha careke din bi destê dewleta Tirk êrîşî herêmê dikin. Hişmendiya ku êrîşî herêmê dike xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ne. Erdogan, ji bo ku Osmaniya nû ava bike çeteyan bikar tîne. Li gel vê jî Erdogan fikrê Ixwan jî diecibîne. Dixwaze hemû cîhanê fetih bike. Ji xwe êrîş jî bi Suureya Fetîhê dabû destpêkirin.
 
'DIXWAZE DAÎŞA FERMÎ AVA BIKE' 
 
Hesen bal kişand ser bertekên li dijî êrîşan berfireh dibin û wiha lê zêde kir: “Erdogan dixwaze DAIŞ’ek fermî ava bike. DAIŞ’a fermî ya ku tê avakirin, li ser hemû gelan xeteriyê çêdike. Potansiyela Erdogan a avakirina DAIŞ’ek fermî heye. Pêşîgirtina li vê xeteriyê bi piştgirîdayîna berxwedana ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide, gengaz e. Li herêmê krîzek ciddî heye. Erdogan bi kûrkirina vê krîzê hêzê dide DAIŞ’ê. Ti cudahî di navbera kiryarên ku Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û kiryarên DAIŞ’ê de nayê dîtin. Ev yek ji bo destpêkirina çareseriya vê pirsgirêkê pêwîstiyek e. Pêwîste hêzek navnetewî li ser sinorê Tirkiyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê were bicihkirin. Ji bo çareserî çêbibe divê dewleta Tirk ji herêmê were derxistin. Di rojên derbasbûyî de, gelê ku bertek nîşanî dewriyeyên Tirkiyê dikirin jî ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin. Bi dewletek wiha re çareserî ne gengaz e. Ne gengaze ku gelê me bi hêzeke ku DAIŞ dinav de be re, bijî.”
 
'CÎHAN TEV XETERIYA ERDOGAN DIZANE'
 
Hesen destnîşan kir ku raya giştî ya cîhanê di ferqa xeteriya projeyên ku Erdogan ava dike de ye û wiha lê zêde kir: “Divê ji bo lêpirsîna li ser bikaranîna çekên xeqexekirî rayek giştî were avakirin. “Li Ewrupayê di vê mijarê de nîqaşên ciddî tên meşandin. Bi taybet di temasên ku herî dawî me bi Yûnanîstanê re kirî de, me fêmkirina xeteriya dagirkeriya dewleta Tirk dît. Çi li ser xaka Yûnan çi jî li ser xaka Deryaya Spî be, xeteriya siyaseta Tirk tê dîtin. Bi taybet jinûve bi rih kirina DAIŞ’ê wek xeteriyek ciddî tê fêmkirin. Ji ber vê sedemê dewletên cîhanê ji bo çareseriyekî bibînin lez dane xebatên xwe. Mirov dikare bibîne ku raya giştî ya Yûnan ê nêzî tevgera Kurd e. Dema dewleta Tirk êrîşî Kurdan kir li Yûnanîstanê gelek çalaki hatin lidarxistin. Di aliyê siyasî de jî daxuyaniyê piştgiriyê hatin dayîn. Mirov dikare beje ji desthilatdariyê heya muxalefetê piştgirî dan me. Herkes alîgirê çareseriyê ye.”
 
‘DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE' 
 
Hesen, herî dawî anî ziman ku berxwedana li dijî çeteyan li cîhanê deng veda û wiha bi dawî  kir: “Dewletê cîhanê jî piştgirî dan têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê. Ji bo çareseriya krîza Sûriyê û avakirina Sûriyeyek demokratik pêwîste pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Erdogan û faşîzma ku nûneriya wê dike, hewl didin vê asteng bikin. Li rexma hertiştî, eger em yekîtiya xwe xurt bikin emê bikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Divê dostên me yên piştgiriyê didin têkoşîna me ya azadiyê jî piştgiriya xwe xurttir bikin. Pêwîste li hember sûcên ku Erdogan dike bêdeng nemînin. Divê firset neyê dayîna planên Erdogan.”
 

Sernavên din

24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin