STENBOL - 36 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yên di 8'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyê kirin.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, polîsan di 8'ê mijdarê de li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi operasyonê kiribûn. Li gelek bajarên cuda 36 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê. Ciwanên HDP'ê yên 8 rojin di bin çavan de ne îro sewqî Edliyeya Stenbolê kirin.
Ciwanên HDP'ê rastî lêgerîna tazî û îşkenceyê hatibûn.