NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Mereşê yê AKP'î Hayrettîn Gungor, di serdana esnafan de ji jineke trabzonî re ev tişt got: "Me we kir misilman". Li ser bertekên zêde Gungur lêborîn xwest.
Şaredarê Mereşê yê AKP'î Hayrettîn Gungor, li navenda bajar serdana esnafan kir. Gungur, di axaftina xwe ya bi jineke trabzonî re ev tişt got: "Me we kir misilman". Li gorî nûçeyeke Arti Gerçekê, Gungur dema ku hîn dike jineke pêre diaxive ji Trabzonê ye ev tişt jê re dibêje: "Me we kir misilman". Li ser vê gotinê jin matmayî dimîne û bi vê gotinê "Ew çî ye" bertek nîşanî Gungur dide. Piştî ku ev dîmen di televîzyon û rojnameyên herêmî de hatin weşandin, bertekên li dijî Gundgur zêde bûn. Şaredarê Bajarê Mezin ê Trabzonê Mûrat Zorlûoglû û Parlamenterê Partiya Iyiyê yê Trabzonê Huseyîn Ors jî berek nişanî Gungur dan. neçar ma ku lêborîn bixwaze. Li ser van bertekên zêde Gungur lêborîn xwest.