Dag: Bi binçavkirinan dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixînin

  • rojane
  • 09:19 15 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera HDP'ê Dersim Dag, bal kişand ser binçavkirina ciwanên HDP'î û got, bi vî awayî tê xwestin ku ciwan ji siyasetê dûr bisekinin, lê belê wê tim û tim ji şer re bêjin 'na'. 

Di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de 36 ciwan hatin binçavkirin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, bal kişand ser binçavkirina ciwanan. 
 
‘KONSEPTA QIRKIRINÊ' 
 
Dag, anî ziman ku zextên îktîdarê yên li ser ciwanan, perçeyeke zextên îktîdarê yên li ser civakê ye û got, bi van zext û zoriyan tê xwestin ku çalakî û xebatên HDP'ê hemû bên îllegalîzekirin. Dag, diyar kir ku piştî pêvajoya diyalogê ya di navbera dewlet û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat bidawîkirin, îktîdarê "Plana Rûxandinê" xistiye dewrê û ev plan bi awayekî berfireh didome. 
 
Dag, got: "A rast, konsepteke qirkirinê ya berfireh heye." 
 
‘EM Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN' 
 
Dag, anî ziman ku xebatên Meclîsa Ciwana di çarçoveya xebatên partiya siyasî de ne, lê belê bi binçavkirina ciwanan tê xwestin ku xebat bêna stengkirin. Dag, got: "Di 2015'an û piştî 2015'an de tekane partiya ku polîtîkayên qirêj ên îktîdarê aşkere kirin û di hilbijartinan de ew têkşikand, partiya me ye. Li hemberî faşîzmê, bêguman ên têdikoşin û rola xwe dilîzin  tim jin û ciwan in. Loma êrîşên li ser ciwanan dest pê kirine. Ew çi qasî xebatên me asteng dikin bila bikin, çi qasî xeyrî meşrû nîşan didin bila bidin, lê belê em ê desv ji têkoşîna xwe bernedin. Em têkoşîna azadiyê ya gel bilind bikin û bi paş ve gav neavêjin." 
 
Dag, bal kişand ser binçavkirina ciwanan û hincetên ji bo binçavkirinê jî. Dag, got: "Li çarhawirdorên cîhanê li hemberî şer dengê ji bo çareseriya demokratîk bilind dibin. Lê belê, faşîzmê radibe kesên dibêjin 'ji şer re na' ceza dike. Îktîdara faşîst, bi polîtîkayên xwe yên li ser asasê dijminatiya bi kurdan re siyasetê dike. Kesên di warê siyasî de tu sozekî wan ê ku bidin gel nemaye, hewl didin bi faşîzmê tev bigerin. Her ku bloka îktîdarê di warê siyasî de ditengije, tim serî li rêbazeke wiha dixe. Ev rêbaz jî êrîşa li ser kurda ye." 
 
'DIXWAZIN QEYD Û BENDAN LI BAWERIYA JI BO AZADIYÊ BIXIN'
 
Dag, destnîşan kir ku wê ciwan di helwesta xwe ya li hemberî şer de israr bikin û got: "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê, bi êrîşên xwe yên li ser Rojavayê dixwaze vîna ji bo jiyanê bin pê bike. Ev bloka ku dixwaze destkeftiyên kurdan asteng bike, ne DAIŞ'ê, QSD'ê wekî tehdît dibîne û dest bi dagirkeriyê dike. Li Tirkiyeyê tenê HDP, ji bo van êrîşan dibêje şer û dagirkerî ye. Loma dewlet berê xwe dide ciwanên kurd û dixwaze wan bitepisîne. Dixwazin qeyd û bendan li baweriya ji bo demokrasî û azadiyê ya ciwanan bixin. Lê belê em ê li ber vê polîtîkaya tepisandinê serî netewînin û netirsin. Ev polîtîka bêhûde ne. Em ê li her qadê li hemberî polîtîkayên şerî dengê xwe bilind bikin û tim û tim bibêjin 'ji şer re na.'" 
 
Her wiha Dag, bal kişand ser îşkencekirina ciwanên tên binçavkirin jî û got: "Dewlet, bi vê polîtîkayê dixwaze ciwanan ji siyasetê dûr bixîne û wan bike sîxur." Dag, anî ziman ku îktîdar ji bo temenê îktîdara xwe dirêj bike dixwaze ciwanan krîmînalîze bike û got: "Lê dîsa jî em ciwan bawer dikin ku em ê jiyaneke azad ava bikin û em ê bi paş ve gav neavêjin û heta dawiyê li ber xwe bidin." 
 
Herî dawî Dag, anî ziman ku li hemberî binçavkirin, girtin û îşkenceyan wê têkoşîna ciwanan dewam bike û got: "Em ê li hemberî polîtîkaya asîmlasiyon û sîxurkirinê ya îktîdarê bitêkoşin. Wê jinên ciwan li hemberî taciz, tecawuz û cinayetên jinan li qadan bin û tim û tim em ê li hemberî aqilê dewletê yê jinan nahesibîne bitêkoşin." 
 
Her wiha Dag, bang li ciwanan kir ku di bin banê Meclîsa Ciwana ya HDP'ê xwe xwe birêxistin bikin. 
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

23/04/2024
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin