Qebehet xistin stuyê wî, hat xwestin 25 sal ceza lê bê birîn

  • rojane
  • 09:14 15 Mijdar 2019
  • |
img

AMED – Ji kesên li ber avahiya HDP'ê rûniştibûn yek jê jî Aysel Bozkûrt bû. Di navbera kurê wê Mûhamet Bozkûrt û Suleyman Buyuk de husûmetek hebûye. Lê belê dozgeriyê ev hisûmet bi PKK'ê ve girê da û Buyuk hat girtin. Paşê Bozkûrt li xwe mikur hatibû ku wî qebehet xistine stuyê Buyuk. Lê dozgeriyê guh neda Bozkûrt bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Buyuk vekir û xwest 25 sal ceza lê bê birîn. 

 
Yek ji malbatên ku hatibû îdiakirin zarokên wan şandine çiyê li ber avahiya HDP'a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, yek jî jî Aysel Bozkûrt bû. Kurê wê Mûhamet Bozkûrt (18) li ser Suleyman Buyukê ji heman taxê îfade da û Buyuk (19) hat girtin. Paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "gefxwarin û heqaretê" doz li Buyuk hat vekirin û hat xwestin 25 sal ceza lê bê birîn. 
 
Mûhamet Bozkûrt, bi îdiaya ku Suleyman Buyuk di 31'ê Adarê de peyamek jê re şandiye û di 7'ê Îlonê de li nav kuçeyê gef lê hatine xwarin giliyê Buyuk kir. Li ser vê Buyuk hat binçavkirin û piştî 2 rojên di binçavan de hat berdan. Hat diyarkirin ku malbata Buyuk û Bozkûrt hev du nas dikin û di navbera wan de husûmetek heye. Lê belê piştî dozgeriyê îtiraz kir 6 roj şûnde Buyuk dîsa hat binçavkirin. 
 
Bozkûrt di îfadeya xwe ya berê de gotibû li nav kuçeyê Buyuk jê re gotiye: "Ne xem e. Meraqan mexwe destê PKK'ê dirêj e, çi hewce be wê bike." Lê paşê Bozkûrt îfadeya xwe paş ve kişand. Her çend îfadeya xwe paş ve vekişandibe jî Buyuk dîsa bi îdiaya "endamtiyar rêxistinê" û "gefxwarin û heqaretê" hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. 
 
Paşê Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Buyuk de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 11'an jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku malbatên hatine ber HDP'ê kengî hatine, lê belê dîroka hatine Aysel Bozkûrtê nehatiye diyarkirin. Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku Aysel Bozkûrt ji bo pismamê xwe yê winda hatiye ber avahiya HDP'ê  û gotinên wê yên ji bo rayedarên partiyê jî cih girtin ku gotibû, "Ez rabim nizanim ez ê çi bikim ji doza we ya Kurdistanê ha"." 
 
Hat diyarkirin ku Buyuk di 31'ê Tebaxê de peyam ji Bozkûrt re şandiye û di 7'ê Tebaxê de gef li Bozkûrt hatine xwarin, lê belê di îdianameyê de ji bo dîroka sûc 8'ê Îlonê hatiye diyarkirin. 
 
Di îdianameyê de nehatiye diyarkirin ku Bozkûrt kengî li dozgeriyê îfade daye. Her wiha Bozkûrt, îfadeya xwe ya derbarê Buyuk de ku gotibû Buyuk jê re gotiye, "Ne xem e. Meraqan mexwe destê PKK'ê dirêj e, çi hewce be wê bike" bi paş ve kişandibû, lê belê ji bo vê di îdianameyê de tiştek jî nehatiye gotin. 
 
Dozger jî di îdianameyê de ji bo "gumanbar" got, li gor vîna rêxistinê tev geriyaye û gef li Bozkûrt xwariye û sûcdar e. Li ser vê dozger, xwest bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "gefxwarin û heqaretê" di navbera 10-25 salan de ceza li Buyuk bê birîn. 
 
Danişîna ewil a dozê wê di 6'ê Çileya 2020'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê pêk bê. 
 

Sernavên din

22/04/2024
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye