MÊRDÎN - Nisêbîniyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin: “Tayînkirina qeyûman ne hiqûqiye. Em ne şer û ne jî qeyûm dixwazin.”
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Nisêbînê Ferhat Kût û Semîre Nergîz di 17’ê Cotmehê de, li ser îfadeyên “Şahidên nepen” û bi hinceta beşdarî çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê bûn de hatin girtin. Li şûna hevşaredarên hatin girtin di 18’ê Cotmehê de qeyûm hat dayînkirin.
HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adarê de li Nisêbînê ji sedî 77.4 deng girtibûn û şaredarî qezenc kirbû. Ev cara duyemîne qeyûm tayînê şaredariyê tê kirin. Qeyûm di serdema xwe de şaredarî kir bin deynek32 mîlhon TL.
Hevşaredarên HDP’ê beşdarî hemû xebatan didin û hewl didan hemû pêdiviyên gel bi cih bînin. Hevşaredaran piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encama topên hewanê yên li navçeyê ketin de maseya krîzê ava kirin. Şaredariyê bi maseya krîzê ya avakirin pêdiviyên gel pêşwazî dikirin, zirar û ziyana gel tespît dikirin û hevdîtinên bi gel re dewam dikirin.
‘EM NE ŞER Û NE JÎ QEYÛM DIXWAZIN’
Nisêbiniyan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û diyar kirin ew ne şer û ne jî qeyûm dixwazin.
Welatî Abdulvahap Akay, da zanîn ku AKP hêza dewletê bi kar tîne û wiha axivî: “Ji ber vê tişta dixwaze dike. Her kes jî baş dizane ev pêkanîn encama ferasetekê ye. Her kes dizane ku ev darbeyeke. Çawan ku Kenan Evren darbeya leşkerî pêk anî, ev jî bi heman awayî darbeye. Li aliyêkê bajer ji şerê Tirkiyeyê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye dest pê kirin bandor dibe û li aliyê din jî qeyûm tayînê vîna gel dike û hilbijêrên gel digire. Em şer naxwazin. Em ne şer û ne jî qeyûm dixwazin. Gelo hûn dikarin kesekê ku van bixwazin ji me re bibînin. Ev darbeye. Divê ev darbe bi dawî bibe.”
‘EM HEMWELATIYEK WEKHEV DIXWAZIN’
Abidîn Onguç jî, tayînakirina qeyûman weke “bêhiqûqiyê” nirxand û wiha got: “Gel bi vîna xwe hevşaredarên HDP’ê peywirdar kirin. Kesekê bi darê zorê ew ne hilbijartin. Lê dewlet niha bi zorê wan ji peywirê digire. Li aliyekê dibêjin ‘Kurd xwişk û birayên me ne’ û li aliyê din bêhiqiyê li wan dikin. Ev bêhiqûqiye. Ev ne edalete. Bi awayekê wekhev nêzî me nabin. Zorê li me dikin. Em vê şermezar dikin. Madem ku we yê qeyûm tayîn şaredariyan bikira, çima we hilbijartin li dar xist? Wê demê bêjin ‘kurd nakevin hilbijartinê. Em mêtîngehin.’ Ger demokrasî hebe, em hemwelatiyên yekemînin, wê demê têkilî şaredariyên me nebin. Em vê qebûl nakin. Gel şer jî, qeyûm jî naxwaze. Em dixwazin bibin hemwelatiyên wek hev.”
‘DIVÊ EM BIBIN YEK’
Ayşe Şaman jî, wiha berteka xwe anî ziman: “Rizgariya gelê kurd bi yekitiya gelê kurd ve girêdayî ye. DYA û Rûsya jî bi Tirkiyeyê re ne. Ger me bibin yek emê karibin her tiştî bikin. Heya ku em nebin yek, wê her tişt were serê me. Dixwazin ku kurd tunebin. Di vî şerî de jî wisane. Lê emê hebin û emê li ser piyan bin.”
Abdurrahman jî tayînakirina qeyûma weke “zilm” nirxand û wiha bilêv kir: “Xwedê jî vê qebûl nake. Pêwîstiya me hemûyan bi edaletê heye.”
Welatiyê bin navê Halîl jî dest nîşan kir ku ew tayînkirina qeyûman qebûl nakin û wiha axivî: “Niha şûr di destê wan deye. Li çep û rastê xwe didin. Mirov di xewdebin jî lê didin. Qanûnên Tirkiyeyê bi vî awayî bûne. Em kurd mîna fîlmên Yilmaz Guney, degbêjan, stranên Şivan Perwer û çîrokên Cigerxwîn jiyana xwe dewam dikin.”
‘VÎNA ME DÎSA XESP KIRIN’
Salîh Duman jî, da zanîn ew qeyûm qebûl nakin û wiha bertek nîşan da: “Ev cara duyemîne qeyûm tayînê vîna me dikin. Divê qeyûm rabin. Divê ev şer jî bi dawî bibe. Hilbijartinek demokratîk hat lidarxistin û kesekê dengê xwe bi zorê neda. Kesekê dengê xwe neda qeyûm. Vîna me dîsa xesp kirin. Em naxwazin vîna me bidin qeyûman.”