SERÊKANIYÊ - Rojnameger Ersîn Çaksu ku 10 rojin li navenda Serêkaniyê nûçeyên şer dişopîne, diyar kir ku li gel di DYA û Tirkiyeyê ji bo şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbest îlan kirin jî êrişên li dijî Serêkaniyê û bi taybetî li ser Nexweşxaneya Serêkaniyê berdewam dikin.
Êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 10'emîn de berdewam dike. Rayedarên DYA û Tirkiyeyê di 17'ê Cotmehê de der barê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 5 rojan ango 120 saetan agirbest îlan kirin. Lê li gel agirbestê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Serêkaniyê bê navber didomin. Rojnameger Ersîn Çaksu ku 10 rojin li navenda Serêkaniyê nûçeyên şer dişopîne, diyar kir ku li gel di DYA û Tirkiyeyê ji bo şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbest îlan kirin jî êrişên li dijî Serêkaniyê û bi taybetî li ser Nexweşxaneya Serêkaniyê berdewam dikin. Çaksu, beşdarî kanala Sterk tv bû û anî ziman ku li gel agirbest îlan kirine ji şevê din heta niha êrîş didomin û tenê nîv saetê êrîş hatin rawestandin. Çaksu, anî ziman ku êrîş ji 3 aliyên Serêkaniyê berdewam dikin û bi taybetî ji serê sibê heta piştî nîvro êrîş li ser Nexweşxaneya ku birîndarên sivil lê hene tê kirin. Çaksu, bilêv kir ku ji ber 2 birîndarên rewşa wan giran nekarîbûn derxin derve jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Ji serê sibê ve ji Rojava, Bakur û Rojhilat ve bê navber êrîşên li ser serêkaniyê berdewam kir. Balafirên keşfê bê navber li ser Serêkaniyê geriya û Balafirên şer bajar bombe kir. Karwana bajarokê Zirganê topbarankirin û 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li herêmê li gel agirbest hatiye îlankirin jî alî tune. Hêzên çavdêr li herêmê tune ne. Çavdêrên DYA û koalîsyonê tune. Niha gelek birîndarên sivîl li nexweşxaneyê ne. Ger ku êrîş bidomin jiyana wan di xeteriyê de ye."