GIRÊ SPÎ – TSK’ê gundek ereban ê di navbera Eyn Îsa û Girê Spî de bombebaran kir. Hat zanîn ku gelek welatî jiyana xwe ji dest dane û jin û zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûne.
Êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 8’emîn de dewam dike. Yek ji cihên di bin bombebaranê de xeta di navbera Girê Spî û Eyn Îsa de ye. Ji duh êvarê ve li ser vê xetê pevçûn dijwar bûne. Hêzên Sûriya Demokratîk li eniya Ebû Sirrê bersiv dan êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk û “Artêşa Milî ya Sûriyê” û şikandin.
Hat zanîn ku di pevçûnê endamên “Artêşa Milî ya Sûriyê” gelek windahiyan daye û HSD’ê maşîneyên zirxî yên SMO desteser kiriye.
Piştî êrîş hatin şikandin bi dijwarî bombebaran pêk hat. Hat zanîn ku yekîneyên TSK’ê bi obusan êrîşî gundê ereban ê Rafha ya bi ser Eyn Îsayê kirine.
Ji ber bombeyên li gund ketin gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Eyn Îsayê.
Di kêliya birîndaran rakirin nexweşxaneyê nuçegihanê me Nazim Daştan dîmen kişandin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku ji 50 kesî zêdetir birîndaran radikin nexweşxaneyê û zarokên 5 salî û jin jî di nav de hene.
Hat ragihandin ku bombebarana li dijî gundê ereban ku bû armanca TSK’ê hêj didome.
MA / Nazim Daştan