STENBOL - Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûrat Pîrcan û endama MYK’a yê Gamze Taşçi hatin binçavkirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûrat Pîrcan û endama MYK’a yê Gamze Taşçi hatin binçavkirin. Partiya Şoreşger derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî ev daxuyanî da: “Îro ciwanên partiya me DEV-GUÇ’ê li dijî CHP’ê ku piştgirî da tezkerê, avahiya bajêr a CHP’ê dagir kirin. Piştî çalakiyê rêveberên partiya me, bi fermana qesrê hatin binçavklirin. Ne qesra we û ne jî gefên we wê nekarin çongên me danîn erdê û me teslîm bigirin.”