SERÊKANIYÊ - Li Bajarê Serêkaniyê di navbera Şervanên QSD'ê û Eskerên TSK û komên girêdayî yê yên 'SMO' de bi dijwarî didome. Rojnameger Ersîn Çaksû û Rûken Cemal bi dîmenan şerê dijwar didome parve kirin.
Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de bi tang, top û balafirên şer dest pê kir, di roja 8'an de berdewam dike. Li bajarê Serêkaniyê şerê di navbera şervanên QSD'ê û eskerên TSK û 'SMO' de bi giranî berdewam dike. Li gel êrîşên bi balafirên şer, tank, top û bi hezaran eskerên TSK û 'SMO' ên Tirkiyeyê hêzên QSD'ê di nava bajar de bersîv didin û şer bi giranî didome. Êrîşên Tirkiyeyê yên bi tang, top û balafirên şer a li ser Serêkaniyê berdewam dike. Şervanên QSD'ê jî bersîv didin. Rojnameger Ersîn Çaksû û Rûken Cemal, bi dîmenan şerê li nava Serekaniyê yê bi dijwarî didome bi raya giştî re parvekirin.b