NAVENDA NÛÇEYAN - Polisan, bi hinceta parvekirinên li ser medya cviakî li Bûrsayê bi ser gelek malan de girt û li Meletiyê jî rêveberên HDP û EMEP'ê binçav kirin.
Polisan, li Bûrsayê bi hinceta parvekirinên li ser medya cviakî bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Kesên ku hatine binçavkirin û navê wan hatine hînkirin wiha ne; Hunermendê kurd ku endamê Koma Aştîxwaz e Savaş Gorer, Ozgenç Karakaş, Hulya Antîl, Diyar Işık, Hatîce Şengul, Mehmet Reşat Polat.
Li aliyê din hat hînbûn ku polisan, li Stenbolê jî bi ser gelek malan de girtine û gelek kesî binçavkirine.
SEROKÊ EMEP'Ê BINÇAVKIRIN
Polisan, li Meletiyê jî hevserokên bajar û navçeyan ên HDP û EMEP'ê binçavkirin. Serokê EMEP'ê yê Bajar Kemal Gultekîn û rêvebera bajar Beyhan Balî û Hevserokê navçeya Akçadagê Sezgîn Yaylagul hatin binçavkirin.
Siyasetmedarên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Emniyeta Polisan a Meletiyê.