RIHA - Di çarçovya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmareke zêde tang û qumando sewqî ser xeta sînor a li Kaniya Xezalan kir.
Sewqiyeta leşkerî ya ji bo êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ya li ser sînor didome. Ji aliyê Tirkiyeyê ve hejmara zêde tang û qumando sewqî ser xeta sînor a li Kaniya Xezalan hatin kirin. Nêzî 10 tang û 50 maşîneyên bi tîpa jûjî ji sînor derbasî bejahiya Grê Spî bû. Dema derbasbûna konvoyê ji aliyê ekîbên trafîqê ve ewlehiyeke bilind hat girtin.