NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Tirkiye daxuyanî da û diyar kir ku li Herêma Kurdistana Federe 2 eskerên wan di teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Parastinê, têkildarî operasyona pençe-3 ya ku TSK ya li Herêma Kurdistana Federe zêdeyî 2 mehin didomîne daxuyanî da û diyar kir ku 2 eskerên wan jiyana xwe ji dest dane. Wezaretê anî ziman ku di 23'ê İlona 2019'an de konvoya îkmalê dema derbas dibû teqemenî teqiya ye û di teqînê de 2 eskerên wan jiyana xwe ji dest dane. Wezaretê anî ziman ku li herêmê operasyon didome.