AMED – Ji dayikên laçik spî yên duh li ber AKP’ê hatibûn binçavkirin Aysel Tufan di çalakiya Nobeta Demokrasiyê de diyar kir ku ew ji bo aştiyê çûbûn ber AKP’ê lê ew bi kaşkirinê hatin binçavkirin.
Li Amedê Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 31’emîn de dewam kir. Çalakî li Kolana Lîseyê di çavdêriya polîsan de pêk hat. Parlamenterên HDP, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, dayikên laçik spî, rêxistinên ciwanan, Dayikên Aştiyê û gellek welatî beşdar bûn.
CIWANAN RÊ GIRT
Hevşaredar Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin dema hat cihê çalakiyê girseyê ew bi berzkirina dirûşman pêşwazî kir. Welatiyan di çalakiyê de dirûşm berz kirin û stran gotin û qeyûman şermezar kirin. Ciwanên HDP’yî bi çalakiya rûniştinê Kolana Lîseyê li çûnehata wesayîtan girtin û dayikên laçik spî jî piştgirî dan ciwanan. Tevî gefa polîsan a mudaxelekirinê ciwan û dayikan çalakiya xwe dom kir. Piştî demekê ciwan û dayik derbasî cihê daxuyaniyê bûn.
Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenî di daxuyaniyê de ewil axivî û got ew ê li dijî texrîbat û êrîşên AKP-MHP’ê paş de gav navêjin.
BUCAK: GELÊ ME NAYÊ PROVOKASYONA WAN
Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî diyar kir ku gelê kurd ê leheng di 31’ê Adarê de bersivek da qeyûman û wan qewirand û got: “Em van êrîşên wan qebûl nakin. Yên dixwazin gelê me provoke bikin lê bila baş dizanibin dê gelê me neyên lîstika wan. Lazime hevşaredarên me demildest vegerin ser wezîfeya xwe.”
‘ME BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN’
Ji dayikên laçik spî yên duh li ber avahiya AKP’a Amedê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin Aysel Tufan jî wiha got: “Em duh ji bo aştiyê çûn ber AKP’ê. Lê polîsan bi kaşkirinê me binçav kirin. Polîsan li ber avahiyê û di hundirê maşîneyê de îşkence li me kirin. Çêrên li me kirin, me şerm kir. Lê wan şerm nekir. Em jî zarokên xwe girtî û zarokên xwe yên winda dixwazin. Bila malbatên li ber HDP’ê werin em bi hev re li ber AKP’ê rûnên. Em naxwazin kes were kuştinê. Em aştiyê dixwazin. Em îradeya xwe dixwazin.”
Girse piştî çalakiya rûniştinê belav bû.