EDENE - Di çalakiyên şermezarkirina qeyûman de, bi îdiaya du rojan li ser hev "li dijî fermanê tev geriyane" di çarçoveya Qanûna Qebehetan de li 18 kesan bi giştî 11 hezar û 520 lîre cezayê pereyî hat birîn.
Li Edeneyê, ji ber çalakiyên şermezarkirina qeyûman di çarçoveya Qanûna Qebehetan de li 18 kesan bi îdiaya "li dijî fermanê tev geriyane" bi giştî 11 hezar û 520 lîre cezayê pereyî hat birîn.
Li 18 kesên di 24'ê Tebaxê de li ber avahiya HDP'a Edeneyê bûn, bi îdiaya "li dijî fermanê tev geriyane" herkê 320 lîre cezayê pereyî hat birîn. Her wiha li heman kesan ku di 25'ê Tebaxê de li Qada Beşocakê kêm bûn dîsa bi heman îdiayê di çarçoveya Qanûna Qebehetan de herkê 320 lîre cezayê pereyî hat birîn.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Edeneyê Ûgûr Bayrak ku cezayê pereyî lê jî hat birîn, anî ziman ku bilêvkirina peyva qeyûm jî sûc hatiye hesibandin. Bayrak, bertek nîşanî cezayê hatiye birîn dan û got, zext û zorî çi dibin bila bibin ew ê li qadan bin. Her wiha Bayrak, bang li gelê Edeneyê kir ku li dor HDP'ê bibin xelek.
MA / Hamdullah Kesen