Gundî li hewşa qereqolê kom kirin: Mîna wêneyê salên 90’î bû

  • rojane
  • 10:10 14 Îlon 2019
  • |
img
MÊRDÎN – Eskeran gundiyên herêma Omeryan duh li Qereqola Mehsertê kom kirin û 2 saet di bin tavê de hiştin, heqaret li wan hat kirin û li wan dan. Welatiyan got: “Mîna wêneyê salên 90’î bû. Ew mabû ku me tazî nekirin.” 
 
Li gundên herêma Omeryan a di navbera navçeyên Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê de 7’ê îlonê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di navbera tîmên taybet-cerdevan û endam3en HPG’ê de pevçûn derketibû. Midurê tîmên taybet ê Mêrdînê Tufan Kansuva û cerdavenek hatibûn kuştin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotibû ku di 10’ê îlonê de 3 endamên HPG’ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane. Qedexe li gundên Cînata Muho, Cînata Hiso yên Nisêbînê û li gundên Haciya û Yestê yên Mehsertê hatibû îlankirin. 
 
Di 10’ê îlonê de qedexe hat rakirin. Li herêmê hêj tevgera eskerî didome. Li gel van hemû qewimandina jî di 12’ê îlonê de ji Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Mehsertê bi telefonê li keyayên 15 gundan geriyan. 
 
DU SAET DI GERMÊ DE HEQARET LI WAN KIR 
 
Qereqolê ji keyayan xwest di 13’ê îlonê de bi malbatên xizmên wan di hefsan de, yên zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û yên zarokên wan hêj di PKK’ê de ne biçin qereqolê. Navê malbatên dê biçin qereqolê yek bi yek hatibûn rêzkirin. Gundî bi metirsiya dê esker bi ser malên wan de bigirin çûn qereqolê. Ji 15 gundan nêzî 70 kesî çûn û eskeran wan li hewşa qereqolê kom kir. Welatiyan da zanîn ku nêzî 2 saetan li ber tavê hatine hiştin û eskerean heqaret li wan kiriye û li wan dane. 
 
‘EW MABÛ ME TAZÎ NEKIRIN’ 
 
Gundiyan anî ziman ku di nav de kesên extiyar jî hebûn li ser pêya hiştin û Midurê Emniyeta Mehsertê û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Mehsertê Kamîl Aksoy jî di nav de heqaretên giran li wan kirin. Gundiyan got bi taybetî fermendarê cendirmeyan Kamîl Aksoy çêrên zayendperest li wna kiriye û gotinên giran li wan kiriye. Gundiyan diyar kir ku ciwanek bertek nîşanî heqaretan da eskeran lêda û gotin: “Pişt re wî birin hundir. Li wir çi lê kirin em nizanin. Pişt re 5 kesên din jî bertek nîşan dan û li wan jî dan. Bi taybetî heqaretên mezin li keyayên gundên wan hatibû qedexe ragihandin kirin. Çêrî dayik û hevjînên me kirin. Pêkanînên salên 90’î anîn serê me. Wek wêneyê salên 90’î bû. Ew mabû ku me tazî nekirin. Her cûre zext û heqaret li me kirin. Îşkenceya salên 90’î hat ber çavê me.” 
 
BI WÊNEYAN GEF LI MALBATAN HAT XWARIN 
 
Gundiyan da zanîn ku malbatên zarokên wan di nava PKK’ê de yek bi yek rakirin pêya û wêneyên endamên HPG’ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn nîşanî wan dan. Gundiyan wiha got: “Fermandar Kamîl Aksoy her malbetek radikir ser pêya ji wan re digot ‘ez ê zarokên we jî bînim vî halî. Me çawa van kiriye term, em ê zarokên we jî bikin term.’ Qîr dikir û xeber digotin. Pişt re got li her gundekî sîxûriyek bicih kiriye. Li me fetilî û got ‘jixwe ez ji we bawer nakim. Hûn ne alîgirên me ne. Ez dizanim hûn alîgirên wan in.’ Pişt re wêneyên kesên berê beşdarî çalakiya bûne û vîdeoyên wan derdixist, dipirsî çima tiliyên xwe sekeftinê rakirine û heqaret li wan dikir.” 
 
JI BO NEBIRÎNA DARAN GEF LI KEYAYAN HAT XWARIN 
 
Gundiyan destnîşan kir ku fermendar têkildarî nebirîna daran jî berê xwe daye wan û gotin: “Heqaret li keyayan kir. Aksoy got ‘min ji we re got pêwîste hûn daran bibirin. Çima we nebirî?’ Bi qirika keyayekî girt û got ‘Min ji te re negot tu yê bibirî. Çima te nebirî?’ Keya jî got bi qasî pêdiviyê xwe biriye. Ji keya hat xwestin hemûyan bibire. Fermandar gefên nebaş li keya xwar.” 
 
 

Sernavên din

20/04/2024
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin