WAN - Lêkolîner û nivîskar Azad Sagniç, bilêv kir ku divê banagwaziyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo yekîtiya netewî esas bên girtin û got, gava pêşî ya ji bo yekîtiya neteweyî jî ew e ku PDK li dijî operasyonên derveyî sînor ên li hemberî PKK'ê derkeve.
Kurê Zimanzan Feqî Huseyîn Sagniç, lêkolînvan û nivîskar Azad Sagniç bal kişand ser yektîiya neteweyî û got: "Ger bavê min sax bûna, wê i nav xebatên ji bo yekîtiya neteweyî de cih bigirtama û wê ev yek heyecaneke mezin lê peyda bikirana."
Sagniç, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a li ber kurdan pirsgirêka yekîtiya neteweyî ye û got: "Birêz Ocalan bi awayekî girîng bal dikişîne ser yekîtiya neteweyî. Divê ev daxuyanî esas bên girtin û ji bo vê jî divê her kes dest bavêje vê yekê. Divê em yekîtiya neteweyî bêyî dîkekirina kesan bi awayekî demokratîk ava bikin. Divê xwe nesipêre hêzê, divê xwe bispêre temsîliyeteke wekhev. Divê hemû kurd di nav de cih bigirin. Li Tirkiye û Kurdistanê kêşeya hebûnê ya kurdan heye û ya ku vê pirsgirêkê ji holê rabike jî yekîtiya neteweyî ye. Ji bo kurdên Rojava, bakur, Rojhilat Û başûr bên cem hev du divê konsepteke bê afirandin. Divê kesên li vê erdnîgariyê pêşengiya vê yekê bikin. Kesên ji derveyî Kurdistanê tenê dikarin hakemiyê bikin. Divê mafê dengdayîn û gotin yên mirovên li vê erdnîgariyê be."
'DI DEMA ŞER DE DIVÊ REXNE TUNEBE'
Sagniç, anî ziman ku gava têkoşîna çekdarî ya kurdan dest pê kir bavê wî piştgirî dabû û got: "Gava li Bakurê Kurdistanê tevgera gerîla dest pê kiribû, heyecaneke mezin li bavê min peyda bûbû. Bavê min digot, 'Êdî kurd ji bo têkoşîna xwe ya neteweyî dest bi şer dikin.' Ev bûbû cihê heyecaneke mezin. Bavê min digot, 'Di dema şer de divê rexne tunebe. Divê di wextên wisa de kurd hevdu rexne nekin.' Car carina ji ber vê gotinê min û wî munaqeşe dikir û wî em qaneh dikirin û digot, cih û wexta rexneyê jî heye. Bavê min tu carî mirov û baweriyên din ên li Kurdistanê tune endihesiband. Bereksê vê ji bo wan behsa temsîliyeteke wekhev dikir. Eger firsendê bidin kurdan, bawer dikim wê li cîhanêd emokrasiya herî baş pêk bînin. Çimkî em neteweyeke ku bi axê re eleqedar dibin. Neteweyeke bi axê re mijûl bibe, çi biçîne dii kodikê wê dibîne. Di dînê Zerdeşt de jî ev heye."
'EGER BAVÊ MIN SAX BÛNA WÊ LI ROJAVAYÊ BÛNA'
Sagniç ku got "Eger bavê min saxbûna wê li Rojava bûna", destnîşan kir ku divê PDK ji bo yekîtiya neteweî malovaniyê bike û li dijî operasyonên derveyî sînor derkeve. Sagniç, diyar kir ku dijderketina vê yekê ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng e û got: "Divê Mesûd Barzanî bibêje 'tu nikarî bombeyan bis er gelê min ve bibarînî.' Gotina Barzanî ku gotibû 'Ez ê nehêlim birakujî çê bibe' hîn jî têbor e. Hêleke talûke ya Barzaniyan heye. Ew hêl jî ew e ku tim kurdên li perçeyên din dike qurbana kurdên li iraqê. Mele Mistefa Barzanî jî di nav de pêşaniya wan tim û tim kurdên başûr e."
Sagniç, bal kişand ser malbatên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine jî û got: "Gerîla, zarokên dayikên amedî, mêrdînî, rihayî ne. Ev dayik 40 sal in neçûne doza zarikên xwe nekirin, çima niha dikin? Nexwe hin kes ji wan re dibêjin 'biçin bixwazin.' Hin kes dixwazin provakasyonê bikin. Bawer nakim ew dayikên çûne ber avahiya HDP'ê rûniştine bi xwe çûbin. Bi vîa wayî tê xwestin îtibara HDP'ê kêm bikin. Daxwaz ne doza zaroka ye, tiştek din e. Bi hestên vand ayikan dilîzin dixwazin wan bikin perçeyeke vê provakasyonê. Bi ya min divê HDP bia wayekî baş wan pêşwazî bike û heta ji dêvla polîsan ew xwarinê bide wan. Divê ji dayikan re bêjin 'weron zarokên we li ku bin, em bi hev re herin wan bînin.'"