AMED – Rojnameger Hamza Ozkan ê li Amedê hat binçavkirin piştî 4 rojan hat berdan.
Li Amedê di 10’ê îlonê de polîsan bi ser mala rojnameger Hamza Ozkan de girtibû û ew binçav kiribûn. Ozkan derxistin dozgeriyê û piştî îfadeyên wî hatin girtin hat berdan. Hat zanîn ku Ozkan ji ber lêpirsînek li Wanê di derbarê wî de hatiye vekirin hatiye binçavkirin.
Ozkan li ser îfadeyên şahidek nepen ê di çarçoveya lêpirsînek li dijî Kongreya Civaka Demokratîk de di sala 2011’an de hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin. Ozkan got têkildarî lêpirsînê pirs jê nekirine. Ozkan da zanîn ku dîroka di lêpirsînê de tê behskirin ew ne li Wanê bûye û dibêje dibe ku ji ber şibandina navê şahidê nepen daye belkî hatibe binçavkirin.