AMED - Navê 7 kesên li navçeya Pasûrê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan diyar bû.
Li Gundê Beyrokê/Bîrik yê Navçeya Pasûra Amedê teqîn pêk hatibû. Di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Navê kesên jiyana xwe ji dest dan diyar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dan navê wan wiha ye: Sîraç, Omer û Abit Yildiz, Ahmet Ay, Îhsan Çelikbilek, Mehmet Bozyel û Sînan Diger.
Serokê Konfederasyona Hêzên Cerdevanan Zîya Sozen, li ser medya civakî agahî dan û diyar kir ku Abit, Siraç Yildiz û Omer Yildiz cerdevan in. Di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 4 jê giran 9 kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên cuda.