AMED - Sidika Akkûm û Huseyîn Olgaç ku li navçeya Pîranê di operasyoneke leşkerî de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Welatiyên bi navê Sidika Akkûm û Huseyîn Olgaç ku di 10 mehê de li gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê ya Amedê, di operasyoneke leşkerî de hatibûn binçavkirin, li dadgeha ku derketinê hatin girtin. Hat hînbûn ku Akkûm û Olgaç bi angaşta ku "alîkariya rêxistiya" rêxistinê kirine, hatin girtin. Piştî biryara girtinê ya dadgehê Akkûm û Olgaç şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.