AMED – Li Bismilê li qeraxê Çemê Dîcleyê cenazeyê zilamekî hat dîtin.
Li navçeya Bismilê ya Amedê masîvanan duh bi şev li qeraxê Çemê Dîcleyê cenazeyê zilamekî dît. Masîvanan agahî da polîsan û ekîbên polîsan hatin cihê bûyerê lêkolîn kirin. Li gorî lêkolîna ewil hat diyarkirin ku ev kes bi çekê hatiye kuştin. Piştî lêkolînê hat zanîn ku ev kes Sidik Genç ê 38 salî ye. Cenazeyê Genç ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.