Windayên 12’ê Îlonê…

  • rojane
  • 10:08 12 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL – Bi ser darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê re 39 sal derbas bûn. Malbatên zarokên wan 39 sal berê di binçavande hatin windakirin dest ji lêpirsîna aqûbeta zarokên xwe bernadin. 

 
Yek ji serdema herî tarî a dîroka Tirkiyeyê darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê bû. Bi ser darbeya 12’ê Îlonê re 39 sal derbas bûn. Enqazek giran li pey 12’ê Îlonê ma. Piştî darbeye 650 hezar hatin binçavkirin, ji milyonekî zêdetir deqkirin pêk hat û bi dehan fîlên nediyar li pey xwe hişt. 
 
LÊPIRSÎNA AQÛBETÊ DIDOMÎNIN 
 
Bi deh hezaran mirov hatin îşkencekirin. Bi dehan însan piştî binçavkirinê hatine windakirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nehatiye girtin. Yek ji van kesên di 12’ê Îlonê de hatin windakirin Sulemyan Cîhane. Tenê ji wan kesan kesek e. 39 sal in malbat li aqûbeta Cîhan dipirse. 
 
HETA NIHA TU AGAHÎ NEGIRTINE 
 
Birayê Cîhan, Ahmet Cîhan diyar kir ku wan ji roja birayê wî hatiye windakirin tu agahî jê wernegirtine. Cîhan da zanîn ku winda di arşîvên dewletê de hene û got: “Em demek dirêj lê geriyan. Ewil ji me re gotin birayê min di arşîvan de nîne. Lê me derxist holê ku birayê min bi îşkenceyê hatiye kuştin û li Goristana Bêkesan veşartine.” 
 
'SER DOSYEYÊ GIRTIN’ 
 
Cîhan anî ziman ku dozgerê wê demê tevî ku di dosyeyê de delîl hebûn jî biryara “neşopandinê û nelêpirsînê” da û dosyeyê girt. Cîhan got wan derbarê rayedarên dewletê yên wê demê de giliyê sûc kirine û li gel vê yekê jî dosye di sala 2014’an de bi sedema “dembihûriye” hat girtin. 
 
'BELGEYÊN ÎŞKENCEYÊ HENE’ 
 
Cîhan bal kişand ser xisûsên dosyeya Sulemyan Cîhan ku ji dosyeyên din cudatir e û got: “Hemû winda ji aliyê heman dewletê ve tên binçavkirin. Girtek nagirin. Delîlan tune dikin. Berevajî vê yekê dosyeya Suleyman Cîhan xwedî delîl e. Di raporên Tiba Edlî de belgeyên binçavkirin, îşkencekirin û muayenekirinê hene.” 
 
Cîhan da zanîn ku serdema 12’ê Îlonê serdemek ku bêqanûnî derketiye asta herî jor bû û darbekar bêperwa û ji hestên edaletê dûr bûne.
 
'WINDAKIRIN POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE’ 
 
Cîhan diyar kir ku windakirin polîtîkayek dewletê bû û got: “Hemû winda bi heman rêbazan hatin windakirin. Vê polîtîkayê xwe di salên 90’î de eşkere derxist holê û zêde pêk hatin. Hewldana me hewldana ji niha şûn ve kes neyê windakirin. Dema mirov li 39 sal derbas bûyî dinêre, her tim di binçavan de însan hatin windakirin. Hêj însan tên windakirin.” 
 
‘TU TIŞTEK NEGUHERIYE’ 
 
Xizma Cîhan, Meral Şahîn jî destnîşan kir ku tevî 39 sal bi ser 12’ê Îlonê re derbas bû jî tiştek nehatiye guhertin û got: “Em ne bawerin di warê hiqûqî de tiştek were guhertin. Tengezarî hêj didomin. Feraset heman ferasete û serî heman serî ye.” 
 
'EM JÎ JI DEWLETÊ HESTIYÊN XWE DIXWAZIN’ 
 
Yek ji windayên 12’ê Îlonê Cemîl Kirbayir e. Dayika Kirbayir, Berfo Kirbayir (Dayika Berfo) heta nefesa xwe dawî jî li kurê xwe geriya û dest ji aqûbeta wî berneda. Xwişka Kirbayir, Fatma Kirbayir Gulmez got: “Soza me daye Dayika Berfo em ê bigirin. Ji bo dîtina hestiyên birayê min em seferber bûne. Bila hestiyên me bidin me. Em hestiyên xwe ji dewletê dixwazin. Serokwezîr wê demê Tayyîp Erdogan soz dabû Dayika Berfo. Qatilên Cemîl Kirbayir diyar in. Ji 12’ê Îlonê ve tiştek nehatiye guhertin. Hêj însan tên kuştin û windakirin. Êş hêj didomin. Heke qatil bihatana darizandin em ê ne li vir bûna.” 
 
MA / Erdogan Alayumat
 

Sernavên din

18:01 Apê Mûsa li ser gora wî bibîr anîn: Em ji te hîn bûn ku zilm ne qeder e
17:49 Xwestin Yuksekdag û Demîrtaş ji nûve bêne girtin
16:16 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:58 Hevşaredarên Pasûrê sewqî Girtîgeha Osmaniyê kirin
15:52 Nobeta Demokrasiyê didome: Qeyûm koletiyê; berxwedan azadiyê pêş dixe
15:25 Baroya Amedê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
15:24 Doza Leyla dest pê kir: Bavê Leyla şikê ji hin kesên din dike
15:15 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Ji bo dozger mutalaayê amade bike dem xwest
14:42 Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Qeyûm destpêkê êrîşî jinan dike
14:21 Di doza Avahiya Yeşilyurtê de bersûc serbest berdan
14:05 Binçav kirina li ber AKP dîsa dewam kir
13:57 Doza 5'ê Hezîranê: Guhdarkirina Davutoglu fêdê nade dosyayê!
13:36 ‘Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên welat çareser nabin’
13:27 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo dayikan banga 'çareseriyê' kir
12:34 Guven li Cizîrê bang kir: An em ê tifaqê avabikin, an jî ew ê lîstîqên qirêj dewam bikin
12:22 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:50 Li Edenê, 40 kesên êrîşî koçberên Sûriyeyî kirin hatin binçavkirin
11:30 Turkdogan: Ji leşkerên dîl girtî name hat, me hevdîtin bi Meclîsê re kir, bi Îmraliyê hat axaftin
10:46 Pekoz: Çareseriya QSD di nav de cih digire wê were ser mase yê
10:02 Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûkek qedexe kir
09:39 Karkerên înşaetê: Sektora înşaetê xelas dibe
09:11 Biryara der barê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de: Ewlehiya neteweyî tehdît dike
09:10 'Dixwazim zarokê wan bi xwe pêlîstokên xwe çêkin'
09:09 Ji bo avê hatin, niha jî ji ber avê diçin!
09:09 Polîs li Cizîrê malan arasteyî çalakiyên pêş HDP'ê dikin
09:08 Naxwazin di zivistanê de li derve bimînin
09:08 ‘Ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê greva birçîbûnê bidomîne'
09:08 Dayika ku nehiştin cenazeyê keça xwe veşêre: Nehiştin ez destê xwe jî bidimê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN
08:58 Kesên li dijî îstîsmara zayendî daketin kolanan êrîşî Sûriyeyiyan kirin
19/09/2019
19:39 Got, 'zarokên min birçî ne' û xwest întihar bike
16:21 Ji dayika 15 salin endama AKP’ê ye re gotin: Ger hûn werin em ê we bigirin
16:11 'Em her roj li vir in'
15:41 Heyeta HDP'ê serdana TEPAV'ê kir
15:33 Dema malbatan daxwaza aştiyê kir ji qeydê derketin
15:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:15 Hevjînê Yilmaz ê hat revandin: Em diçin ber lingê Soylu jî me qebûl nake
15:03 Dayika Çekdar Yurek: Kurê min berdin
14:54 HDP giliyê Yenî Şafakê dike
14:36 'Em ê li dijî qeyûman têbikoşin'
14:15 Bulbul: Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir
14:11 Guven: Ne em Soylû ciwanan dişîne çiya
13:37 Înîsiyatîfa Kavaklikê: Banga îfadeyê li 11 hevalên me kirine
13:09 Doza derbarê kuştina Leyla Aydemîr wê sibe dest pê bike
12:56 Îçten ê AKP’î: Ez serî radikim û îstîfa dikim
12:40 ÎHD: Li Pasûrê vîna gel hatiye desteserkirin
12:00 ‘Înfaz, gorên komî û bîr têra şênberiyê nakin gelo?’
11:54 Îbrahîm Ayhan wê bê bibîranîn
11:23 Ji JINNEWS'ê kampanyeya 'nûçegihantiya dildar': Em dengê xwe bi hevre bilind bikin
11:22 Tundiya li girtîgeha jê tehliye bû vegot: Hucre, lêgerîna tazî û derb...