Doza facîaya trenê ya Çorlu: Ev ne qezaye, cînayet e

  • rojane
  • 13:14 11 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL - Danişîna doza qezaya trenê ya li Çorluya Tekîrdagê pêk hat û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, di roja 2’yan de bi guhdarkirina malbatan dewam dike. Cabbar Laçin ê gazinker di danişînê de axivî û got: “Ev ne qezaye, cînayete.”

Li Navçeya Çorlu ya Tekîrdagê, di 8'ê Tirmeha 2018'an de facîaya trênê pêk hatibû. Di qezayê de 25 kesan ji yana xwe ji dest dabûn û 328 kes jî birîndar bûbûn. Yekemîn danişîna doza qezaya trînê ya Çorlu, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tekîrdagê di roja 2’yan de berdewam dike. Ji ber salon dagehê biçûk bû, bûyer zêde bûn û li ser bûyerên derketin danişîna dozê taloq kiribûn. Piştre Navenda Perwerdehiya Gel a Çorlu ya 600 kesî kirin salona danişînê û danişîn li vê salonê hat lidarxistin. 
 
‘EZ GILÎDARÊ KOMARA TIRKİYEYÊ ME’
 
Piştî danasîna nasnameyan, danişînê bi parastina gazinker û mexdarna dest pê kir. Funda Dîkmen a gazinker dest pê kê mafê parastinê girt. Dîkmen, diyar kir ku ew dixwaze pirs bike, gelo xebatkarên dewletê ev peywir heq kirine û ez gilîdarê Komara Tirkiyeyê me.
 
‘EV NE QEZAYE CÎNAYETE’
 
Piştî Dîkmen, Cabbar Laçin ê gazinker jî parastin kir û wiha got: “TCDD’ê ji bo me nivîsek şandin û di nivîsê gotin ‘werin tazmîneta xwe bigirin.’ Ez parsektiyê jî bikim, ezê  dîsa wî perî negirim. Hele ka berî pêşîn ji me re bêjin ‘derbasbûyî be.’ Ez birçî jî bimînim û hewceyî nan jî bibim ezê wî perî negirim. Ev ne qezaye cinayete. Ji ser û binê erkdarên dewletê sucdarin. Sûcdarên herî mezin, ên serkêşiyê dikine.” 
 
‘LEZ DABÛN TRENÊ’
 
Dayika Sena Kose ya di qezayê de jiyana xwe ji dest da Aysûn Kose jî, da zanîn ku bi armanca berfê lez didin trenê û wiha bilêv kir: “Ez di wê baweriyê deme ku ji bo şow ev yek kirin.”
 
‘EZ SERKÊŞAM DIXWAZIM’
 
Hevjîna Melek Tûna ya di qezayê de jiyana xwe ji dest da Ekrem Tuna jî, di parastina kir de, ev tişt gotin: “Piştî du rojan cejna serokkomariya me bû. Ji ber vê ekran hatin reşkirin. Hemû tişt veşartin. Ez dixwazim rayedarên paye bilind ên berpirsiyarên qezayê bên darizandin. Ji ber ku wê trena bi lez we re, dar birîn. 8 salan berdewam kir. 25 kesan jiayan xwe ji dest dan. 100-150 kes birîndar bûn. Gelo ji bo vê 8 salan berdewam kir? Tu eleqeya min bi van rebenan re tuneye. Ez kesên serkêş û paye bilind dixwazim. Ez dixwazim sûcdarên rast ceza bigirin. Ez gilîdarê Îsa Apaydin, Mustafa Karaşahîn û hemûyame. Kesên bê bilet jî, di qezayê de jiyana xwe ji dest dane hene. Ji ber qerebalixtiyê nekarien bilet bikirin.”
 
‘JI BER KU WEZÎR HAT SER Û CILÊ  MIN PAQIJ KIRIN’
 
Dayika Omer Alperen Can ê 5 salî yê di qezayê de jiyana xwe ji dest da Melîke Can jî, bal kişand ser facîaya trenê û wiha parastin kir: “Peywirdarên bihîstên wê Wezîrê Tenduristiyê bê cihê bûyerê, hatin gel min û ji min xwestin ku ez ser û cilên min xwe paqij bikim. Kincên emeliyatê li min kirin. Heya wê saetê jî ez di nava heriyê de bûm.” 
 
Danişîn bi parastina malbatên gazinker û mexdure berdewam dike. 

Sernavên din

22/09/2019
17:46 DTSO ji bo bermahiyên Zerevanê ronî bikin wê dest bi xebatan bikin
16:44 Jinan li ser zimanê aştiyê axivin
16:31 Jinek din rastî êrîşa hevjînê xwe hat
16:00 ‘Cihê çareseriyê Îmralî ye’
15:35 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 35’an de berdewam kir
15:24 Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye
15:18 Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin
14:34 Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin
14:26 35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin
14:07 Jinên Êzîdî: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
12:54 Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin
14:03 Temellî bang li Meclîsê kir: Li dijî pergala bêbinî îradeya xwe nîşan bide
13:57 Partiyên Kurd: Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye
13:55 Ji Erdogan îtîrafa biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş: Em wan bernadın
13:26 Jinên xemilandî dê sibê bisiqlêt bajon
12:31 HDP’ê Îbrahîm Ayhan bi bîr anî
11:03 Esker li Farqînê li malbatan ferz dikin ku biçin ber HDP'ê
10:21 Jinên ji ber ku gotin ‘Em dixwazin bijîn’ hatibû binçavkirin hatin berdan
10:17 Bendava Ilisûyê dê ekosîstema Mezopotamyayê serûbin bike
09:07 'Dizê paraşûtan' dîsa kirin serokê daîreya ciwanan
09:06 Teatra Jiyana Nû, Rojên Şanoya Kurdî li dar dixe