TAJÊ'yê di kongreyê de meclîsa xwe ya nû hilbijart

  • rojane
  • 11:12 11 Îlon 2019
  • |
img
ŞENGAL - Yekemîn Kongreya TAJÊ li  Salona Laleş li bajarokê Xanesor ya Şengal’ê bi dûrûşmeya “ Jina Êzidî nasnama jina Kurd a resen û cewheriye” pêk hat. Di kongreyê de meclîsa nû hat hilbijartin û ala TAJÊ hat guhertin. 
 
Piştî erîşen DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Şengal’ê bi sedan Êzidi hatin qetil kirin, bi hezaran jin û zarokên Êzidi dîl ketin destê DAIŞ’ê. Bi hezaran Êzidi jî cih û warên xwe koçber bûn. Jinên Êzidî jî bersiva ferman û hovîtiyên ku li ser wan pêkhatine bi xwe rêxistinkirinê  bersiv didin. Jinên Êzidî destpêka rexistina xwe bi darxistina konferansa yekemîn li Şengal û kampa Newroz ya Rojava yê Kurdistanê pêkanî. Di Hezîrana 2015’an de li kampa Newroz konferansa xwe pêk anî û xwe bi navê Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) bi rêxistin kir. Piştî vê konferansekî bi navê TAJÊ di 3’ê Tebaxa 2015’an de li Şengal’ê pêkanî. Sal bi sal xebat û rexistina jinên Êzidî mezin bû. TAJÊ xwe li Rojavayê Kurdistanê bi navê Yekitiya Jina Êzidî, li Şengal, Başûrê Kurdistan û Ewropa jî bi navê TAJÊ xwe rexistin kir û xebatên xwe da meşandin. TAJÊ konferansa xwe 2’emîn jî Îlona 2016’an de li Şengalê pêkanî. Piştî ku rexistin, kar û xebaten TAJÊ mezin û berfireh bûn, îro jî yekemîn kongreya xwe li darxist.
 
Yekemîn Kongreya TAJÊ bi tevlîbûna 300 delegeyan pêk hat. Piştî rêzgirtinê Pelda Şengalî axaftina vekirinê kir. Pelda Şengalî, pewîstiya rexistinkirin û xweparastina jina Êzidî ani ziman û got: "Em çi bikin hîna kême. Pewîst dike ji bo tola jina Êzidî were hilgirtin û jinên di destê DAIŞ’ê de ne werin rizgarkirin em rexistina xwe mezin bikin bigihînin hemû jinên azadixwaz." 
 
Piştî axaftina vekirinê hilbijartina diwanê,  nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser jina Êzidî hate xwendin, peyama Koma Jinên Kurdistan (KJK) hate xwendin. KJK peyama xwe de bal kişandibû ser rexistinkirina jina Êzidî ya li şengalê û bûna xwedî hêz ku beyî tû kesî bi vîna xwe pêşeroja xwe diyar bike . Her wiha KJK’ê hemû jinên Êzidî ku di nava van sê salan de gihiştiye asta tekoşîn û rêxistin kirinê silav kir. Li ser navê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava yê Kurdistanê jî Hediye Faris kongre silav kir û di axafitnên xwe de anî ziman ku ji rexistina Jinên Êzidî yên Şengalê ew hêz digirin. Piştre peyama Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ya bi dîmen hate guhdar kirin.
 
Piştî peyaman rapora xebatên TAJÊ ya 3 salan hate xwendin. Di rapora TAJÊ de xebatên ku di van 3 salan de hatine meşandin û asta rexistina jina Êzidî hate destgirtin. Piştî raporê jinan xebatên xwe nirxandin û ji bo pêşerojê xebat bi çi awayî were kirin nirxandin hatin kirin.
 
Herî dawî hilbijartina meclîsa TAJÊ pêk hat. Meclîsa nû ya TAJÊ ji 31 kesan pêktê. Berdevka TAJÊ wê piştre were diyar kirin. Ala TAJÊ hate guhertın ala nû li ser zemînê spî, resmê jinekê destê xwe li ber rojê rakiriye û dua dike, navenda rojê de stêrkek sor, milekî rojê simbilê genim milê din jî şaxê zeytûnê heye, destê jinê sembola zincira şikandi ye. hate diyar kirin ku piştre wê encamnameya kongreyê ji raya giştî re were diyar kirin.

Sernavên din

10:08 Ji bo biçe ziyareta girtî 1600 TL heqê rê dide
09:02 Serokê ÎHD'a Edene: Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe girtî ne
09:01 Qilêkerê Gêlê: Ez bimirim, pîşeya min jî wê bimire
09:01 Malbatên 395 kesên ku polîsan ew kuştine wê biçin pêş AKP'ê
09:01 Girtiyê nexweş terkî mirinê kirine
09:01 Çotkarên pembû: Êdî em nikarin pembû biçînin
09:00 Qeydên kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kir
09:00 Rojnamegeran ji bo Ataman bang kirin: Em bibin dengê Ziya
09:00 ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2019'AN
07:46 Li Cizîrê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek vekirin
22/09/2019
17:46 DTSO ji bo bermahiyên Zerevanê ronî bikin wê dest bi xebatan bikin
16:44 Jin li ser zimanê aştiyê axivin
16:31 Jinek din rastî êrîşa hevjînê xwe hat
16:00 ‘Cihê çareseriyê Îmralî ye’
15:35 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 35’an de berdewam kir
15:24 Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye
15:18 Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin
14:34 Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin
14:26 35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin
14:07 Jinên Êzîdî: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
12:54 Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin