DERSIM – Li navçeya Pertegê li hewşa malekê amadekairya zivistanê tê kirin. Bi xwezayî hildiberînin bi xwezayî xwe xwedî dikin. Sultan Zamur got ew tenê çay û şekir tenê ji sûkê distîne wekî din hemû tiştên din bi destê xwe çêdike.
Li Dersimê li gel xweşikiya dîrok û xwezayê li navçeyan xweşikiya xweser jî balê dide ser xwe. Dersim û navçeyên xwe bi çandiniya xwe ya organîk û hilberîna xwe ya xwezayî tê nasîn. Li navçeya Pertega Dersimê welatî hem ji baxçeyên xwe hilberîna çandinî ya organîk dikin û hem jî sewlakariyê dikin.
HER CÛRE FÊKÎ Û ZEBZE HILDIBERÎNE
Di van mehan de li navçeya Pertegê welatî li hewşên malê xwe amadekariyên zivistanê dikin. Malbatên amadekariyên zivistanê dikin jî bi awayek komunal dikin. Welatî her cûre fêkî û zebzeyan ji baxçeyên xwe berhev dikin û ji bo zivistanê amade dikin. Hin welatî jî ceh û genim bêjing dikin û pişt re dibin aş. Zebzeyan hişk dikin û dikin tirşik. Fêkiyan jî hişk dikin û dikin rîçal. Çerezên mîna guz û behîvan li baxçeyan radixin û ji hev diqetînin.
'HILBERÎNA XWEZAYÎ MIN BEXTEWAR DIKE’
Sultan Zamur (65) a li Pertegê dijî da zanîn ku tovê her cûre fêkî û zebzeyan li mala wê tê dîtin û tovê hiltîne biharê direşîne. Zamur anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve ji çandina fêkî û zebzeyan hez dike û ji ber hilberîna cûreyên çandiniyê ew gelek bextewar e.
‘TENÊ ÇAY Û ŞEKIR JI DERVE DIKIRIM’
Zamur diyar kir ku hemû tiştên li baxçeyê wê şîn dibin xwezayî ne û got: “Tu demê min gubre bikar neanî. Em genim, ceh, fasûlye û nokan jî tov dikin. Em hem difiroşin û hem jî ji bo zivistanê amade dikin. Min rîçala fişne, hêjîr, tûyên sor û dirîreşk çêkiriye. Ez her tiştî tov dikim. Ez tiştekî nakirim. Tenê ez şekir û çayê dikirim. Arvan û rûnê min jî yê malê ye.”
‘EZ HER TIŞTÎ BI XWE ÇÊDIKIM’
Zamur da zanîn ku ew çêlekên xwe jî xwezayî xwedî dike û wiha got: “Ez êmê fenî nadim wan. Ez wan bi genim û cehê me xwedî dikim. Qatixê min jî ji çêlekê min e. Qatixê min xwezayî ne. Ez nanê jî tim li ser sêlê dipatînim. Ez bûm 65 salî heta niha her tiştî bi destê xwe çêdikim. Niha tiştên hazir an go ji sûkê tên sitendin hemû hormon in û rê li ber nexweşînan vedike. Dema em lê dinêrin pidikên tên dinyayê jî nexweş in. Hemû ji ber van tiştên tenduristiya mirovan xera dikine.”
‘DEWLEMENDIYA HERÎ MEZIN AXA MIROV E’
Zamur destnîşan kir ku ew tu wateyê nade însanên hezkiriyên jiyana bajarane û gotinen xwe bi dawî kir: “Xelk niha ji bajarên mezin hez dike. Li bajaran her tişt bi pere ye. Heke vegerin bajaran her tişt xwezayî û beleş e. Bila kes nebe hezkiriyên bajaran, bila vegerin gundên xwe û çandiniya xwe bikim û tiştên xwezayî bixwin û vexwin. Dewlemendiya herî mezin a însanan axa wan e. Li şûna diçin karê xelkê dikin bila werin li ser axa xwe karê xwe bikin. Lazime hilberîna xwezayî zêdettir bibe.”
MA / Semra Turan