MÊRDÎN - 5 rojnamevanên gava li Mêrdînê çalakiyên şermezekarina qeyûman dişopandin hatin binçavkirin, 5 roj in li emniyetê ne.
Nûçegihanê me Ahmet kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Halîme Parlak û Nûrcan Yalçin ku dema li Mêrdînê çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin derbkirin û paşê hatin binçavkirin, ji 20'ê Tebaxê ve di bin çavan de ne.
Rojnamevanên li Şaxa TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê tên ragirtin, duh dema binçavkirina wan 4 rojan hatibû dirêjkirin.
Îro jî îfadeya 5 rojnamevanên 5 roj in di binçavan de ne hat girtin.