Ji Amedê bang li Davutoglu kirin: Tu çima bêdeng î?

  • rojane
  • 16:40 24 Tebax 2019
  • |
img

AMED - Li Amedê çalakiyên şermezarkirina qeyûm di roja 6’an de berdewam dike. Rêvebera Navendî ya SYKP'ê Satiye Ok, bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir û got: “Tu çima neaxfivî û bêdeng î? Ger ku bi axive wê AKP di bin de bimîne" Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan jî got: “Ger ku em îro bêdeng bimînin wê sibê wekîltiya li TBMM’ê jî tune bihesibînin." 

 
Li Amedê çalakî di roja 6'emîn de didomin. Gelê Amedê piştî çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de peyama “Em li ser pêyan in’ dan û banga têkoşîna hevpar kirin.Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî dagirkirina qeyûman biryara çalakiyên bê navber da îro jî li Cadeya Lîseyê çalakiya rûniştinê lidarxist. Çalakî 2 saetan dom kir û piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede îradeya min” hate vekirin û girseya gel bê navber dirûşmeyên “Li dijî qeyûm mil bide milê hev” , “Qeyûm wê biçe, em ê serbikevin” û “Bê Amed Jiyan Nabe” berz kirin. Wekîlên HDP’ê, saziyên civaka sivîl, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gel beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan axivî û wiha got; “Tevî her tiştî em li ser pêyan in. Destlênedana li ser wekîlên me rakirin, sûc kirin, hevserokên me xistin girtîgehan; em ne hilweşiyan. Me dîsan li ber xwe da, em çûn hilbijartinê; Amed, Wan û Mêrdinê îradeya xwe hilbijart. Erdogan di axaftina xwe ya duh de dîsan hevşaredarên me tometbar kir. Dozgerên FETO’yê jî nabêjin ‘ji çiyê re pere şandin’ em qebûl nakin. 3 sal derbas bûn li holê belgeyek jî tuneye. Hevşaredarên me beriya 4 mehan hatin hilbiajrtin ku qeyûman bi mîlyaran deyn di şaredariyan de pêk anîn wê çawa bişînin çiyê?.”
 
‘EGER BÊDENGÎ ÇÊBIBE WÊ SÛCÊN XWE BIDOMÎNIN’
 
Paylan bi domdarî got; “Erdogan û Bahçelî li ser rêya Talat Paşa ne. Qirkirina Ermenan îmze kirin, ev jî Osmanî hilweşand û Anatolya Navîn ber bi kaosê ve bir. Ew jî bi heman şêweyî didomînin. Dema hilbijartina Stenbolê betal kirin ne ku em gelek ji CHP û Îmamoglû hez dikin,em HDP’yî em ligel demokrasiyê bûn. Eger ji qeyûman re Tirkiye û cîhan bêdeng bimîne wê sûcên xwe bidomînin. Wê gef li ser hemû siyastemedaran hebe. Em Amed em li ser pêyan in û em ê qeyûm bişînin. Divê her kes li dijî qeyûm deng derbixe.”
 
BANG LI DAVUTOGLU KIR: TU ÇIMA NAPEYIVE
 
Rêvebera Navendî ya SYKM'ê Satiye Ok tevli çalakiyê şermezarkirina qeyûman bû û bang li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kir û wiha got: "Erdogan bersîvê dide Serokomar. Em ne xerîbê ve yekê ne. Em vê yekê di salên 1996’an de ji axaftinên Mehmet Agar dizanin. Davutoglu dizane ku bipeyive wê AKP di bin de bimîne. Ji ber vê yekê em ji Davutoglu re dibêjin bipeyive. Tu li benda çiye? Di 5'ê Hezîranê de li Amedê teqîn çêbû. Di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê teqîn çêbû. Di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê teqîn çûbû. Ji ber van teqînan bi sedan hevalên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan hevalên me seqet man. Em ji Davutoglu dipirsin tu çima napeyive?" 
 
Pişti axftinan çalakiya Kolana Lise  bi dawî bû. 
 

Sernavên din

23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome