ENQERE - Li Enqereyê 17 kesên ku tayînkirina qeyûm şermezar kirin û hatin binçavkirin hatin berdan. Di navda wan de zarokê 12 salî jî hebû û rastî îşkenceya polîsan hatibû.
Platforma Mamakê, li Qada Tuzluçayir a Enqereyê bi armanca tayînkirina Qeyûm şermezar bike çalakî li dar xistibû. Polîsan mudaxale kiribû û di navde zarokê 12 salî jî heye 17 kes binçav kiribûn. 17 kesên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îfade dan serbest hatin berdan.