AMED - Li ser rêya navbera Amed û Çewlikê li mewqîya Karazê di mehekê de 8 qezayên trafîkê pêk hatin. Di qezayan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn. Ajokaran diyar kirin ku ji ber moloz li ser rê rokirine qeza pêk tên.
Li ser rêya navbera Amed û Çewlikê li mewqîya Karazê di mehekê de 8 qezayên trafîkê pêk hatin. Di qezayan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn. Ajokar Nizam Ozkaya, diyar kir ku ji ber li ser rê moloz rokirine û maşîne dema di wir de derbas dibin moloz dibe sedem ku maşîne ji rê derkevin. Ozkaya, da zanîn ku molozên li tenişta rê kom dibin dibe sedem ku maşine bişemite û ajokar kontrola direksiyonê winda bikin.