Dersimî: Li dijî bêhiqûqîtiyê em bi hev re tev bigerin

  • rojane
  • 09:07 23 Tebax 2019
  • |
img

DERSIM – Dersimiyan destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya netehemulkirina vîna kurdan û gotin, divê bi hev re li dijî vê bêhiqûqîtiyê derkevin. 

Bertekên li bi tayînkirina qeyûman desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê didomin. Dersimiyan, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman demokrasiya heyî jî ji holê hatiye rakirin. 
 
BÊTEHEMULΠ
 
Mazlûm Tûgrûl, got: "Dengên kurdan tehemul nakin. A rast ev polîtîkayeke asîmlasiyonê ye. Beriya hilbijartinê Erdogan gef xwaribûn û gotibû, 'em bi ser nekevin jî em ê qeyûman taîn bikin.' Ev biryar jî berdewamiya vê gefxwarinê ne. Tu ji zarokekî biçûk re jî bêjî, wê bêje qeyûm dagirkerî ye." 
 
'DARBE YE'
 
Alî Yilmaz jî bilêv kir ku texrîbatên qeyûmên berê hatibûn tayînkirin jî li holê ne û got: "Tayînkirina qeyûman, darbeya li demokrasiyê ye. Darbeya li dengê milyonek eksî ye. Gel kesekî/ê hildibijêre, lê belê tenê 4 mehan tehamul kirin. Demokrasiya van kesan tenê ji bo wan e. Êdî dev ji şaredaran berdin keyayan jî tehmul nakin. Êdî bes e." 
 
‘EM BI HEV RE LI DIJÎ BÊHIQÛQÎTIYÊ DERKEVIN' 
 
Lutfiye Aydogdû jî bilêv kir ku meseleya qeyûman ne meseleya partiyekê ye, meseleyeke demokrasiyê ye. Aydogdû, destnîşan kir ku ger civak bersiveke baş nede wê ev pêkanînên antîdemokratîk bidomin û got: "Niha ne garantiya Îzmîr, ne garantiya Stenbol û ne jî garantiya Antalyayê heye. Dibe tayînî van deran jî bikin. Loma divê em bi hev re li dijî vê bêhiqûqîtiyê derkevin. Em nehêlin dengê me xesp bikin." 
 
‘KUÇE BERXWEDAN E' 
 
Esnaf Agît Aral jî helwesta CHP'ê rexne kir û got: "Dibêjin, daketina kuçeyan ne rast e. CHP'iyên di Meşa Edaletê de daketin kuçeyan niha daketina kuçeyan rast nabînin. Helbet ji ber êrîş li ser vîna kurdan heye. Di demeke ku edalet û demokrasî bê binpêkirin helbet wê gel dakeve kuçeyan. Kuçe berxwedan e. Li kuçeyan ancax em dikarin li dijî faşîzmê bitêkoşin. Divê CHP, xwedî helwesteke wekî ya Sezgîn Tanrikûlû be."
 
Hidir Alparslan jî got: "Eger vîna gel hatibe xespkirin nexwe her tişt qediyaye. Ev nîşaneya dîktatoriya yekzilamî ye. Îro jî 4 keya ji epwyirê girtin. Êdî tehamulî keyayan jî nakin." Alparaslan, ji bo xwedîderketina li demokrasiyê bang kir û got, wê gel bi helwesta xwe rê li ber xespkirina vînê bigire an jê wê qeyûm atyînî şaredariyên din jî bên kirin. 

Sernavên din

22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene