Rewşenbîr û hunermend: Divê em berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin

  • rojane
  • 09:06 23 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Rewşenbîr û hunermendên bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan gotin: "Divê em bi daxuyanî û hilberînên xwe li kuçe û kolanan li cem gel bin û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin." 

 
Hunermend Pinar Aydinlar, şanoger Levent Uzumcu û Cîhat Ekîncî, nivîskar Fuat Onern û hunermendê Weqfa Lêkolînên Çand û Hunerê ya Zanist, Perwerdehî û Estetîkê (BEKSAV) Canan Kaplan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan. 
 
AYDINLAR: DIVÊ CHP LI CEM KURDA CIH BIGIRE 
 
Hunermend Pinar Aydinlar, diyar kir ku bi qeyûman xespkirina vîna gel bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Bi desteka gelê kurd şaredariya Stenbol, Enqere, Edene û hin bajarên din bi dest ketin. Divê CHP, li dijî qeyûman dengê xwe bilind bike. Divê dev ji bêdengiyê berde. Divê gelê kurd bi tenê nehêle. Divê hevşaredarên şaredariyên bajarên mezin ên CHP'ê biçin Kurdistanê. Divê li cem gelê kurd bin." 
 
ONEN: LI KURDISTANÊ DEMOKRASÎ DIQEDE 
 
Nivîskar Fuat Onen, bilêv kir ku qeyûm tê wateya dagirkirina herêmê û got: "Dagirkirin, temayûleke bi darêz zorê ye. Ne rast e ku mirov tayînkirina qeyûman bi demokarsiyê ev girê bide. Dewleta Tirk dixwaze li Kurdistanê bdêengiyek hebe. Dixwaze vîna gel etslîm bigire." Onern, bilêv kir ku gelek sedemên tayînkirina qeyûman hene û got: "Nexasim jî ev perçeyeke operasyon û şerê dagirkirinê yê li Rojava û Başûr e. Demorasiya li Tirkiyeyê li Kurdistanê diqede. Pêwendîdanîna bi Enqere û Stenbolê ve, tê wateya sergirtina hêla wê yî dagirkirinê." 
 
 
UZUMCU: EM Ê HESABÊ DENGÊ XWE BIPIRSIN 
 
Şanoger Levent Uzumcu jî diyar kir ku destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya ku li Tirkiyeyê bi awayekî fiîlî hilbijartin ji holê hatine rakirin û got: "Em hilbijêrên û mafê me ye ku em zanibin şaredarek ji bo çi ji peywirê tê girtin. Mafê me ye ku em hesabê dengê xwe bipirsin. Dizanin doza dengan bikin, loma heqê me ye ku em hesabê dengê xwe bipirsin." 
 
EKÎNCÎ: TENÊ NE KURD DIVÊ HER KES 
 
Şanogerê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Cîhat Ekîncî jî got: "Ev mudaxile enê ne li hemberî kurda ye. Divê ev wek, di vê pêvajoyê de ber bi dîktatoriyê ve diçin bê xwendin. Wê ev tenê ne kurdan her kesî dîl bigire. Jixwe dîl digire jş. Niha gelek siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û xwendekar girtî ne. Ji ber li Tirkiyeyê muxalefeta civakiyî ne xurt e kurd bi tenê dimînin. Di vê pêvajoyê de pêdivî muxalefeteke baş heye. Eger muxalefetek baş hebe wê nikaribin ev qasî mudaxileyî demokrasiyê bikin." 
 
KAPLAN: EM BI HEV RE LI DIJÎ XESPKIRINÊ DERKEVIN 
 
Hunermend Canan Kaplan jî destnîşan kir ku bi qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û got: "Ev yek li kduerê pêk tê bila pêk bê, ev tê wateya xepskirina vîna gel. Loma divê li dijî vê em ji piştevaniyê wêdetir hin tiştên din pêşve bixin. Em hunermend tenê ne bi piştevaniyî, divê em li cem gel bin û bi hev re lid ijî vê xespkirinê derkevin. Divê em hunermendên muxalif bi hilberînên xwe, bi daxuyaniyên xwe dakevin kuçeyan û berpirsiyariya xwe ya dîrokî pêk bi cih bînin." 
 

Sernavên din

22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene