AMED - Çalakiya rûniştinê ya koma parlamenterên HDP'ê jî di nav de ku li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat destpêkirin, didome. Destûr nayê dayîn ku welatî tevlî çalakiyê bibin.
Çalakiyên ku li dijî tayînkirina qeyûm a şûna Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli hatine destpêkirin, didomin. Çalakiya rûniştinê ya koma paretiyî ya hevşaredar Mizrakli û parlamenterên HDP'ê jî di nav de ku saetên serê sibehê li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat destpêkirin, berdewam dike.
Parlamenterên HDP'ê piştî ku tevlî daxuyaniya li ber Plaza AZC'ê hat dayîn, bûn, careke din vegeriya Kolana Lîseyê û çalakiya xwe ya rûniştinê, berdewam kirin. Dorpêça polisan a li derdora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê didome û 4 kuçeyên ku dertên Kolana Lîseyê ya ku parlamenter lê çalakiya rûniştinê pêk tînin jî bi bariyerên polisan hatine girtin. Welatiyên ku dixwazin bariyên polisan derbas bikin û tevlî çalakiyê bibin, ji aliyê polisan ve tên astengkirin. Welatiyên ku li kuçeyên navberê tên rawestandin bi tilîlî û çepikan piştgirî didin çalakiyê.